Diyarname
Li Amedê xebatkarên kovarên kurdî dê li ser kovargeriya kurdî ya îro nîqaşek bikin. Panela ku di vê çarçoveyê de bi navê "Kovargeriya kurdî ya îro" li dar dikeve roja 3'yê pûşperê li Odeya Serbest Muhasebecî û Malî Muşavîrên Amedê li dar dikeve.
Di panelê de wê Omer Delikaya li ser navê "Wêje û Rexne", Umran Aran li ser navê "Kund", Fahriye Adsay li ser navê "Zarema", Nurettin Beltekin li ser navê "Nûbihar Akademî" û M.Ali Erol jî li ser navê "Psychology Kurdî" biaxive.
Ji bo kesên eleqedar:
Dîrok: 3 pûşher, saet 14.00-16.00
Cih: Diyar Galeria C Blok Kat 2 No 5, Yenişehîr Amed


