Qamişlo
8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku li Hola Zana ya li Qamişlo ev hefteyek e vekirî bû, roja 22'yê mehê bi xelatkirina weşanxane, pirtûkxane, yekitî û navendên beşdar bi dawî bû.
Danê êvarê xwendekar, nivîskar, rewşenbîr, mamoste, wêjevan, helbestvan, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û Rêxistinên Civaka Sivîl serdana pêşangehê kirin. Di çarçoveya bernameya roja dawî ya pêşangehê de endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebûd Mexso axivî û diyar kir ku 8 rojên pêşangehê rojên xweş bûn, rojên ku îro dijîn wê ji bo wan bibin rojên dîrokî.
Mexso spasiya weşanxane, yekitî, kesayet, rojname û kovarên ku tev li pêşangehê bûne kir. Wî, spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dezgehên ragihandinê kir jî û got: “Em soz didin ku salên bê bi çalakî û şêwazên nû emê pêşangehê bi rêxistin bikin.”
Hevseroka Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf jî xêrhatina mêvanan kir. Şerîf da zanîn ku tevî hemû êrîş û astengiyan, wan bi yekitî û hevgirtina gelan karîbûn riheke xweş li bajarê çand û hunerê bajarê Qamişlo pêşangehê li dar bixin.
Piştî axaftinan ji aliyê hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî, endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef û hevserokên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf û Murhef Fehed ve malbata şehîd Herekol (Hisên Şawîş), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê, nivîskar û rewşenbîr Arşek Baravî, nivîskar Merwan Berekat û xebatkar Delîl Doxan bi spasnameyan hatin xelatkirin. Dûre plaketa xelatkirinê dan 54 weşanxane, pirtûkxane, yekitî û navendên ku beşdarî pêşangehê bûne. Roja dawî ya pêşangehê rastî roja mirina helbestvan Cegerxwîn dihat, ew jî hat bibîranîn.



