Diyarname
76'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê bernameya xwe eşkere kir. Ji Tirkiyeyê Nuri Bilge Ceylan ku berê xelat girtibû bi fîlmê xwe yê nû beşdar dibe.
Festîvala Fîlman a Cannesê îsal di navbera 16-27'ê gulanê de li dar dikeve. Îsal Serokatiya Juriya Mezin derhênerê swêdê Ruben dike.
Di beşa pêşbaziya mezin de 19 fîlm hene. Ligel Nuri Bilge Ceylan gelek derhênerên navdar ên din jî hene. Derhênerê japon Kore-eda Hirokazu, yê alman Wim Wenders, ê îngilîz Ken Loach ku berê jî xelata Palmiyeya Zêrîn girtibûn bi fîlmê xwe beşdar dibin.
GELEK DERHÊNERÊN JIN HENE
Di festîvala îsal de gelek derhênerên jin jî bi fîlmên xwe beşdar bûne. Di nav 19 fîlmên di Pêşbaziya Mezin de 6 fîlmên derhênerên jin hene ku heta niha ew qas derhêneran bal nekişandibû. Di nav van de derhênera îtalî Alice Rohrwacherberê Xelata Senaryoya Herî Serketî ji Cannesê girtibû, carek din bi fîlmên xwe li wir e.
Ligel wê derhênerên jin ên wekî Jessica Hausner, Kaouther Ben Hania, Justine Triet, Catherine Breillat, Ramata-Toulaye Sy hene.
Va ne fîlmên Pêşbaziya Mezin:
- “Club Zero,” Jessica Hausner
- “Asteroid City,” Wes Anderson
- “The Zone of Interest,” Jonathan Glazer
- “Fallen Leaves,” Aki Kaurismaki
- “Les Filles D’Olfa” (“Four Daughters”), Kaouther Ben Hania
- “Anatomie D’une Chute,” Justine Triet
- “Monster,” Kore-eda Hirokazu
- “Il Sol Dell’Avvenire,” Nanni Moretti
- “La Chimera,” Alice Rohrwacher
- “About Dry Grasses,” Nuri Bilge Ceylan
- “L’Ete Dernier,” Catherine Breillat
- “The Passion of Dodin Bouffant,” Tran Anh Hung
- “Rapito,” Marco Bellocchio
- “May December,” Todd Haynes
- “Firebrand,” Karim Ainouz
- “The Old Oak,” Ken Loach
- “Perfect Days,” Wim Wenders
- “Banel Et Adama,” Ramata-Toulaye Sy
- “Jeunesse,”Wang Bing
BEŞA DIYARKIRÎ
Di beşa "Beşa Diyarkirî" de jî 13 fîlmên cur bi cur hene. Ew jî ev in:
- “Los Delincuentes” (“The Deliquents”), Rodrigo Moreno
- “How to Have Sex,” Molly Manning Walker
- “Goodbye Julia,” Mohamed Kordofani
- “Crowra (The Burti Flower),” João Salaviza & Renée Nader Messora
- “Simple Comme Sylvain,” Monia Chokri
- “Kadib Abyad” (“The Mother of All Lies”), Asmae EL Moudir
- “Los Colonos” (“The Settlers”), Felipe Galvez
- “Augure” (“Omen”), Baloji Tshiani
- “The Breaking Ice,” Anthony Chen
- “Rosalie,” Stéphanie Di Giusto
- “The New Boy,” Warwick Thornton
- “If Only I Could Hibernate,” Zoljargal Purevdash
- “Hopeless,” Kim Chang-hoon
- “Terrestrial Verses,” Ali Asfari & Alireza Khatami
- “Rien a Perdre,” Delphine Deloget
- “Les Meutes,” Kamal Lazraq
- “Le Regne Animal,” Thomas Cailley
Di derveyî pêşbaziyê de jî hin fîlm têne nîşandayîn. Ji van hin ev in:
- “Killers of the Flower Moon,” Martin Scorsese
- “The Idol,” Sam Levinson
- “Cobweb,” Kim Jee-woon
- “Indiana Jones and the Dial of Destiny,” James Mangold
- “Jeanne du Barry,” Maiwenn
Beşên din ên festîvalê jî ev in:
MIDNIGHT SCREENINGS / Nîşandayînên Nîvê Şevê
- “Omar la Fraise,” Elias Belkeddar
- “Kennedy,” Anurag Kashyap
- “Acide,” Just Philippot
- SPECIAL SCREENINGS / Nîşandayînên Taybet
- “Retratos Fantasmas,” (“Pictures of Ghosts”), Kleber Mendonca Filho
- “Anselm,” Wim Wenders
- “Occupied City,” Steve McQueen
- “Man in Black,” Wang Bing
CANNES PREMIERE / Premierên Cannesê
- “Le Temps D’Aimer,” Katell Quillevere
- “Cerrar Los Ojos,” Victor Erice
- “Bonnard, Pierre et Marthe,” Martin Provost
- “Kubi,” Takeshi Kitano
"KURU OTLAR USTUNE"
Derhêner Nuri Bilge Ceylan di sala 2014'an de bi fîlmê xwe "Kiş Uykusu" Xelata Mezin Palmiyeya Zêrîn girtibû. Ceylan paşê fîlmên xwe "Bir Zamanlar Anadolu'da" û "Ahlat Agaci" jî şandibûn festîvalê. Ew niha bi fîlmê xwe yê nû "Kuru Otlar Ustune" di beşa pêşbaziyê de ye.
Senaryoya fîlm Nuri Bilge Ceylan, Ebru Ceylan û Akin Aksu nivîsiye. Kesên wekî Merve Dizdar, Deniz Celiloglu û Musab Ekici di fîlm de dilîzin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Serokê Juriya Cannesê hat eşkere kirin
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


