Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê yê ji bo Kar û Barê Êzidiyan Xelef Şengalî da zanîn ku Hikumeta Iraqê ji bo Şengal û Nînovayê bi qasî 99 mîlyar dînarî veqetandiye.
Xelef got ku ji vî pereyî hinek hatiye xerckirin û got; “Iraq hewl dide bi danûstandinên serokwezîr, di budceya sala 2025’an de girîngiyê bide Şengalê.”
Xelef Şengalî da zanîn ku ev pereyê hatiye veqetandin ji bo tezmînata Şengalê û koçberên ji kampên Herêma Kurdistanê vedigerin ser xaka xwe tê xerckirin.
Rojnews


