Dursun Aydemir / Bruksel
Di Şûraya Ziman û Perwerdehiya ku KNK'ê li dar xist de hate gotin ku perwerdehiya zimanê kurdî ku li Mexmûrê hate li dar xistin modeleke xurt derxistiye.
Roja diduyan a Şûraya Zimanê Kurdî ya ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hate li dar xistin roja 6'ê mehê li dar ket. Di şûrayê de
Endamê Parlemena Ewropayê Fiende Brepoels li ser têkiliyê Tirkiye û pirsgirêka kurd axaftineke kir.
Mebûê Parlemena Flamanê Guido Moons jî qala têkoşîna ziman a flamanan kir û di warê ziman mînaka serketina wan a li hemberî fransizan nîşan da. Moons got ku flaman û kurd dişibin hev û diyar kir ku ji bo pêşeroja xwe divê kurd jî dev ji zimanê xwe ber nerdin, têkoşîna wê bidin.
Ji axaftvanan Abdullah Uzun li ser psîkolojiya zarokan sekinî, Mahmut Nazif Mayi jî di warê perwerdehiyê de mijara pedagojiyê girt dest.
Endamê KNK'ê Ahmet Aktaş jî li ser mînaka perwerdehiyê ya li Kampa Mexmûrê sekinî û got: "Wan di bin mercên zehmet de perwerdehî kir lê modeleke xurt derxistin holê."
Ji ANF'ê hatiye girtin
***
Nûçeya eleqedar:


