31'emîn Merasima Xelatdayîna Xelatên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad li Cemil Candaş KK Merkezî ya li Şişliya Stenbolê lidar ket.
Van xelatan ev çend sal in rojnameya Yenî Yaşamê belav dike. Ji bo axaftina destpêkê li ser navê rojanameyê Kibriye Evren axivî. Evren li ser rojnamegerên hatine kuştin sekinî û got, "Em rojnamegeriyeke bê alî nakin. Em alî ne, aliyê yên têne çewsandin, em aliyê gelan, jinan, em aliyê ew ên li qadan gotinên xwe dibêjin in. Her êrîşê me kirin lê nekarî bi me bi paş ve gavan bidin avêtin. Dê pênûsa Gurbetelli Ersoz her binivîse. Heta felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' li dinyayê bi ser bikeve, dê pênûsa Gulistan Tara, Nagihan Akarsel, Gurbetelli Ersoz li erdê nekve."
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî di axaftina xwe de diyar kir ku çîroka Apê Mûsa çîroka hemû kurdan e û got, "Di nav vê çîrokê de mirin, komkuji, windakirin heye. Lê heqîqet û têkoşîn jî heye. Mehmed Uzun di romaneke xwe de dibêje 'mirov tên dinê, dimiri û piranî têne ji bîr kirin. Lê hin kes hene nayên ji bîr kirin'. Apê Mûsa mirovekî wisa ye, nayê ji bîr kirin."
Di şeva ku siyasetmedar û hevşaredara berê Gultan Kişanak jî axivî de, yên bi ser ketin xelata xwe girtin.
Di beşa tirkî de ji T24’ê Cengiz Anil Bolukbaş xelata xwe ji destê yek ji parêzerên Asrin Hukuk Buros Raziye Ozturk girt.
Nûçegihana JINNEWS'ê Dilan Babat xelata xwe ji destê Jiyan Tosun (bavê wê Fehmi Tosun hatibû windakirin) girt.
Xelata nûçegîhana ANHA'yê Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn li ser navê wê rojnameger Aziz Oruz ji destê Dayika AŞtiyê Guler Bugday girt.
Xelata fotografê ya Mujdat Can li ser navê wî ji MA'yê Diren Yurtsever ji destê kurê Musa Anter Dicle Anter girt.
Di warê nûçegîhaniya jinan de Ramihe Karvar bi ser ketibû. Karvar xelata xwe ji destê Gultan Kişanak girt.
Di şevê de Xelata Rûmetê dan Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn ku li Başûr ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin û dan rojnameger Peşxan Ezîzî ku li Îranê girtî ye. Li ser navê wan jî xelat hatin girtin.
Li aliyê din ji KAYY-DER'ê Koma Sîdeng çend stran pêşkêş kirin û şev bi konsera Koma Hevra bi dawî bû.



