Diyarname
Cih 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erzeromê . Yên ku têne darizandin bi îdîaya KCK'bûnê têne darizandin. Reyhan Çomak (46) wekî "berpirsa baskê jinan a KCK'ê", xebatkara Navenda Giştî ya BDP'ê Suden Guven (37) wekî "Berpirsa KCK'ê ya Agirî", Yaşar Karakuş (37) têne darizandin. Ev kes di 6'ê berfanbara 2011'an de ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erzeromê ya bi Rayeya Taybet ve hatine girtin. Dadgeh ji Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê "şahidê nasname veşarî" dixwaze ku were şahidî bide. Emniyet bersiva "Kesek wisa nîn e" dide. Di rewşeke wisa de divê bersûc bihata berdan ne? Lê li vê derê kar wisa nameşe, ji ber ku ev der Tirkiye ye. Belê, we sazî; heyeta dadgehê danişîn ji bo demên pêş taloq kir û kesek jî nehat berdan.