Diyarname
Amed Spor ku di Dora 2'yemîn a Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de bi Nîgde Sporê re dilîze li benda piştgiriya temaşevanên xwe ye.
Maçên Dora 2'yemîn Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê rojên 20'ê mehê dest pê kirin û îro û sibê didomin. Amed Spor îro ligel Nîgde Sporê saet 14'an de dilîze.
Di vê dorê de çend tîmên bajarên kurdan jî hene.
Vane ew tîm û maçên wan:
21'ê mehê, saet 13.00
- Cîzre Spor li mala xwe ligel Aydinspor 1923'yê dilîze.
- Dêrsim spor li mala xwe ligel Eskîşehîr sporê dilîze.
- Amed Spor jî li mala xwe ligel Nîgde sporê dilîze. Ev maç saet 14'an de dest pê dike.
- Şanliurfa Spor heman rojê saet 14.30 de li Zonguldakê, ligel Zonguldak Komursporê dilîze.
- Diyarbekir li Samsûrê ilgel Samsûnsporê dilîze. (saet 16.30 de tê lîstin)
- Yenî Malatyaspor û Kurtalan Spor li Malatyayê tên hemberî hev. Ev maç jî 16.30 de tê lîstin.
- Serhat Ardahan Spor saet 19'an de li Trabzonê dibe mêvan.
22'yê mehê
- Gazianteb BB saet 19'an de Duzcesporê dike mêvanê xwe.
Tîmên bi ser bikevin dê derbasî dorek jortir bibin.


