Stenbol
Derhêner Omer Levetoglu û kameraman Huseyîn Alturk vê sibê hatin berdan. Ew biribûn Emniyeta Kocaeliyê. Tişortên Demirbaş wekî sedem nîşan dan.
Nûçeya duh ev bû:
Derhêner Omer Leventoglû û kameraman Huseyîn Alturk ên piştî wesayîta wan hate sekinandin ji aliyê kesên ku xwe wekî polîs dan nasîn ve hatin revandin, agahî ji wan nayê wergirtin.
Derhêner Omer Leventoglû û kameraman Huseyîn Alturk ên ji Amedê bi wesayîteke taybet ber bi Stenbolê ve ketin rê, li ser rêya Sakarya û Kocaeliyê wesayîta wan hate rawestandin û ji aliyê kesên ku xwe wekî polîs dan nasîn ve bi gotina “biryara binçavkirinê ye” hatin revandin.
li gor nûçeya MA'yê tevî hemû hewldanên parêzeran jî nayê zanîn ku Alturk û Leventoglû li ku ne. Alturk, saet 18.00’an dan li hevalên xwe yên kar geriya û gotiye ew ji aliyê kesên ku xwe wekî polîs dane nasîn ve hatine binçavkirin û dê wan bibin qereqolê. Piştî vê saetê şûn ve ne ji Alturk û ne ji Leventoglû agahî nehate girtin.


