Diyarname
Nivîskar û rojnameger Îkram Balekanî romaneke nû bi navê "13, Sireke hezar salî" nivîsî. Pirtûk li Ewropayê ji Weşanên Meymanê derket.
Roman li ser çîroka Marînê dimeşe. Marîn keçeke ciwan e û li Îngilistanê mezin bûye. Dema ew 13 salî bûye, dê û babê wê jê re li bankeyê sindoqekê kirê dikin û emanetekî tê de vedişêrin. Dema Marîn dibe 18 salî wê sindoqê ji wir digire: têd sembol hene û bi taybetî jî hejmara 13. Ev yek Marînê ber bi paşerojê, ber bi macerayê û ber bi rojhilatê Kurdistanê ve dibe.
- 13, Sireke hezar salî / Îkram Balekanî / Weşanên Meyman / Roman / 2024/ 364 rûpel


