Diyarname
Cîgira Serokdewleta DYA'yê Kamala Harris ji bo pêşberendamtiya Serokdewletiya DYA'yêerdikeve pêş. Berendamên DYA'yê ji bo di kampanyayan de bikar bînin alîkarî didin hev; Ji bo Harris di 24 saetan de 81 milyon dolar hat komkirin.
Biden duh biryar da ku ji berendamtî vekişe. Piştî vê navê Harris derket pêş. Alîgirên Demmokratparêz dixwazin Harris bibe berendam. Loma jî dest bi kampanyayê kirin.
Ji bo kampanyaya Biden diruşma "Ji bo serokatî Biden" bikar anîbûn û ew niha guhartin kirin "Ji bo serokatî Harris" û ji bo Biden di ew qas rojan de 96 milyon dolar alîkarî berhev kiribûn, vê jî dê ji bo kampanyaya Harris bikar bînin.
Piştî navê Kamala Harris derket pêş, wê got ”Ji bo Partiya Demokrat ez bikim yek parçe, ji bo ez Donald Trump û projeya wî ya 2025'an a radîkalê têk bibim ezê bi hemû hêza xwe bixebitim."
AP: Berendamtiya Harris temam e
Li aliyê din ajansa navdar AP'yê (Associated Press) li nav delegeyên Partiya Demokrat anket çêkiriye, derketiye holê ku 2 hezar û 538 delege piştgirî didin berendamtiya Harris. Harris ji bo bibe berendam pêdivî bi dengen 1976 delegeyan heye.
Di anketa AP'ê de ji bo berendamek din deng derneketin. 57 delegeyî jî gotina xwe negotiye. Li gor AP'ê berendamtiya Harris temam e.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Go kam bibo verendam û qeybî verendamî çende rey delegan lazim ê?
- Joe Biden ji berendamtî vekişiya