Diyarname
Murat Yapiştiran hunermendekî ciwan ê kurd û ji Mêrdînê ye. Wî par albuma xwe ya yekemîn bi navê "Lîlav" derxist.
Murat Yapiştiran di 24'ê gulana 1977'an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Hunermendiya wî ji malbatê tê. Birên wî bi muzîkê re eleqedar bûne ku di nav wan de herî zêde Turhan Yapiştiran (endamê Koma Amed) tê nasîn. Murat Yapiştiran jî li ser vê xetê xebata xwe domandiye. Wî, di dibistana navîn de dest bi strînê kiriye. Demekê jî di girtîgehê de maye lê li wir jî li ser muzîkê xebitiye. Û piştî girtîgehê li NÇM'a Stenbolê xebata xwe domandiye. Li vir bi Koma Gulên xerzan û Mervan Tan xebitiye û ji bo wan li tembûrê daye.
Yapiştiran bi salan e di nav muzîka kurdî de kedê dide. Ew hem distrê, hem dinivîse. Hunermendên wekî Kawa, Xêro Abbas, Bawercan, Îbrahîm Rojhilat, Koma Agirê Jiyan û hwd. gotinên wî kirine stran û xwendine.
Hunermend Murat Yapiştiran ku bi salan e li tembûrê dide, distrê lê hê nû par bi albuma xwe derket pêşberî muzîkhezên kurdî. Di albuma wî "Lîlav" de de 10 stranên bi navê "Bihuşt", "Pirs", "Na", "Ma tu hew tê", "Havîn", "Berf", "Yekcaran", "Zordar", "Zarok" û "Gulîzar" cih digirin ku 8 jê gotinên wan aîdê wî ne û didu jî ("Zarok" û "Gulîzar") yên Mihemed Şêxo ne.
Hunermend Yapiştiran niha klîbeke ji bo straneke xwe kişand. Klîba ku ji bo "Zordar" hatiye kişandin em dikin klîba hefteyê û pêşkêşî we dikin.
Fermo:


