Yunus Eroglu
Ez cara pêşîn kînga ketim ser zimanan, nayê bîra min. Dema li Loristana Mezin, piştî mirina mîrzayekî xort ya ji aliyê apê xwe, di lavij û zêmarên pîrekan de hatim bilêvkirin, hînê kes baş di wateya min de nedigihaşt. Heta, ez di devê zarokên Şamê yên dema Selahadîn de weke dijûn jî hatim bikaranîn. Piştî rêwîtiyên ji Misrê, Hindê bigire heta Qefqas, Ûris û Romê, yên çi li ser pişta hespan, çi jî di kalanê şûran, di neqeba kirasê diranan, di tûrikê dewrêşan, an di nav bendeke û serbarênn karwanan de, min êdî li sînorê sêyeka cîhanê dabû: di nav şeş elîfban, neh ziman û çardeh qewman de geriyabûm. Di qirikên peritî, zengelorkên xirxirokî, çavên rengareng, dilên cefakar, sêngên herişî, kolanên şên, ecacên xîzê, awazên mestker, guhên giran weke navdêreke beza tevliviyam, tewiyam, bi her guheztinê re guherîm. Li ser bahran nav û dilê min li hev diket, wateya min xumamî dibû, li newalan giran dibûm, li deştan sivik dibûm, bêhna min derdiket, li ban û bilindahiyan dengên tûj û zîz ji min diçûn, li qiraxê çeman dinermijîm; navdêreke ku deng lê geh dirêj geh kin, geh pahn geh gilover dibûn, bûm wî zemanî. Çendên ji we ku di wê demê de em bi hev re bûn, hîn jî hene, ew dizanin bê wê çaxê em çawa berî zaran ji dilan dipekiyan û li hewa bi hev re hêlan dibûn. Xwezila min bi wî zemanî ku ez di nav xeberdanekê ketama bêjeyên din gişt ji ber min diketin tayê. Lê tu tiştek wek xwe namîne, ji bîr mekin.
Dema di lênûska suxteyekî li Bexdayê de, vegeriyam Loristanê, êdî kesî min navdêra ser zimanan, ku mezinan xwe pê dipesinandin, nas nedikir. Rê û rêwîtiyan ez ji halekî xistibûm yekî din, belê, li wargeha min î berê, kesî deriyê xwe li min venedikir. Bi rojan di dil û mejiyê vî suxteyê Hemedanî de hilawistî mam. Helbest nivîsandin, bêjeyên bi qafiye û beşavend peyda kirin ji bo min, di suhbet û xeberdanan de bêhemdî ji nav devê wî difilitîm. Lê ne bêjeyên wê demê zanibûn ji min re di nav xwe de ciyekî vekin ne guhdarên li derdorê zanibûn min li kêleka kîjan ji we deynin. Rojekê li diyarê bajêr, ez û wî di nav kevir û berên pala çiyê pêxwas li ber karikan bûn, dengekî xweş yê keçikan bi ber bayê gulanê ket. Suxte, cara yekem bû li vî bajarî ez ji devê vê keçika li ser darê behîv didan hev bihîstim. Guhê xwe mîç kir, gelo ya ku di nav xiştexişt û qirçekirça pel û şaxikên dara behîvê re şij bû, ez bûm? Çawa dibû ku ez bêjeya reben li vî welatê ku êdî ji binî de hatibû ji bîr kirin, ji devê keçikekê, di nav straneke xweş re, derdiketim pêşberî wî? Geh li min nêrî, geh li dengê ji dara behîvê dihat; xwest zûka xwe bigihîniyê û min di nav wî dengî de biqefêle, belkî hembêz bike. Belam, di cî de rawestiya, pa: stran nediqediya. Bêjeyên wê demê jî her gazî hev dikirin, hevdu di pey hev re dikişandin, loma stran dirêj dibûn. Çû xwe xist pişt tahtekî. Pa. Belkî ditirsiya ku ez birevim, loma nexwest keçikê bisilikîne. Bes, ji bilî wê carê, heya dawiya stranê, ez nema li ber guhê wî ketim. Gava stran bi dawî bû û keçik bi dawa tije behîv ji ser darê daket; çavên wî bi kefa destê wê ket. Nav destê wê yî ku pê behîvterrik dibirin devê xwe, ji hinê sor dikir. Dil kir baz bide balê; lê nekir, xwe hîn bêhtir di pişt zinêr de teland û herdu destên xwe birin serê xwe: Xwedayo çiqas xweşik bû!!
Gava li xwe hay bû û hinekî taqet kir serê xwe rake, keçik êdî ji bînahiya çavan dûr ketibû. Gihaştibû heya ber besta çêm û wa ye, dawa kirasê wê di destan de li delavê çêm dixist, di ser kevir û gomeyên nava çêm re bi çind gav davêtin, derbasî alî din dibû. Wî jî bi bez xwe ji wê jorê berda. Bi qîr û zarî ez dianîm li ser zimanê xwe şil dikirim, lê bêyî ku min berde lêvên xwe gez dikir û berbijêr, bi alî besta çêm ve baz dida.
Wexta dûmana gewr bi dora serê wî ketî, gihaşt ber avê, rawestiya. Herê, hûnên ku heya îro di gelek qal û qîl û çîrokan de cî girtî, we jî dîtiye, heya niha kîjan dildar li ber avê nesekiniye? Çavê wî li valahiya gerdûnê, me bêjeyên bi per û bask li gazî û hawara dilê xwe necivandiye? Bes, bawer kin, kesî ji we dildarekî ku weke wî xortî li ber wê avê, dilê wî di çavên wî de, çavên wî li keçika paşê wê li wî, hêdîka av diqelaşt û derdiket rexê din ê çêm, nedîtiye, nebînaye.
Dizanim, di nav we de yên ku çivên li bejnekê, pêlên li porekî, nermeberfa li dest û piyan tarîf bikin hene, bes kî ji we, wun hevalên di nav rûpelên vê ferhenga ku ji min miriya reben re jê pê ve cî tune de, dikare ji xwe ewle û razî be ku dikare bedewiya di ser vana giştan re, ku ji serekaniyeke din î nihên diza, ku wê gavê ew xortê hanê bêheş kiribû, salix bide? Wî jî dizanibû ku bêjeyeke wusa tune, li gel ku di dema navdêrbûna min de çi nehîtên bêjeyan hebûn. Bêçare an bi hêviyeke vala, guman kir ku bêjeya ku halê wî bîne zimên/kifşê ez im. Ax, ez im, ez im, herê. Bila be. Bi sê dengan ez li gaziyeke qirikqetîn xistim. Keçik zîvirî. Dema berê wê hêdîka, belkî ji metelmanê, di ser çengên wê re li ba bû, bi kuja derizî a dengê min î ku ji ser zimanê wî firiya çû, min hest pê kir ku qirika wî çiqas ziwa bûye. Ji ber hilma germ a ji sênga wî rabû, di bêhneke şewitî de gewixîm,. Belkî jî, wun nabên, em bêje gelek ji me ji van sindoqên kevn û rizî ên sêngan seridîne. Çawa wî gava xwe avêtibû nav avê, keçik bişirî û pişta xwe dayê, çû. Ev bîranîna min î dawî a dema navdêrbûnê ye.
Piştî hingê, êdî weke rengdêrekê li çend deverên cuda, bi sê zimanan ketim nav xelkê. Li çend welatên berê ez lê navdêr bûm tu şop û rêç ji min nemabû. Di nav ebra van sê zimanan de min carina ciyên ku ez zemanekî lê navdêrek bûm jî didîtin. Mirovên di dema zarokatiya min de çi bigire nemabûn. Di zimanekî ji vana de bûm qebehet û sebeba tawanbariyan, yên li ser min mirin, yên kaf û kûm bûn, dîl man,… ma çi bû çi nebû. Di nav salan re, di zimanekî de bûm rengdêreke şayîk û nazik, weke guleke bêhnxweş di nav kom û civatên we bêjeyan, di nav galegal û xeberdanan de dihatim vegirtin. Şêl û timtêla min ketibû benga xwe, denganiya ji bilêvkirina min derdiket, xweziyê di qirika gelek bêjeyên wê demê de dihişt. Ez li nav gund û kolanên bajaran, li civat û bazaran pirr bi kêr dihatim. Serdema min î herî geş û ronak bû. Ez ji çend kesan re bûm nav û nasnav jî. Ta ku ez rojekê li xaneke li gundekî li bakurê Kurdistanê, bi dengekî hêlî ji nav devê yekî hingivîm. Şervanekî xort î ku bi hevalên xwe re suhbet dikir, dema ku dor hatibû ser min, pêsîr li min teng kiribû û tu çima nabê bi kirpandineke tûj weke birrekê ez neanîm ser zimên… Zilamekî navsere ê li ber paceka ber deriyê xanê rûniştî, ji ber min ji nişka ve çeng bûbû ser xwe û berê xwe bi alî wan şervanan ve kiribû. Di rûyê wî yê zeîf de mûyine spî pijiqîbûn. Şûna birînekê li bin çavên wî yên ronî mabû. Min tavilê ew nas kir. Nexwe, wî hîn ez ji bîr nekiribûm. Lê gelo, ji wateya ku van xortan ez pê nas dikirim, hayîdar bû?
Vî zilamê xerîb, bêyî ku tiştekî bibêje, rabû qantira xwe ji axo anî û da rê. Ew siwar, ez peya, di şeva tarî de ez nizanim em çiqasî çûn. Min berê wan riyan gişt dîtibûn, belam hêrs û kesera zilêm a ku pê dilezand ez li hev şaşomaşo kiribûm. Min werê hest pê dikir ku ez (cardin) li ser riya şaşfahmkirinekê me û min xem û şayîşa aqûbeta xwe dikir. Bê rawest, em ew qas çûn, ew ewqas betilî ku… çawa ez ji bîr nedikirim û ji heşê wî nediçûm, tiştekî temaşe bû bi rastî. Tenê li ciyekî, li biniya darekê sekinî, û bêyî ku qantira xwe girê bide, pala xwe da darê û raza. Ancax ji xumxuma çemê li jêrê, taht û zinarên li pala çiyê, mişkulên li erdê min ew dar nas kir : Rewisî û pelweşiyayî bû.
Ber destê sibê, bayekî sar ew ji xewê şiyar kir. Ji ciyê xwe hilpetikî û baz da ber avê. Min fahm kir ku ji xeweke berbad şiyar bûye. Daqûl bû, çend mist av bi rûyê xwe dakir. Lê tu, bêjeya “girîn” û hevalên te, ez nizanim ku wun ê çiqasî karibin wê rewşa wî bidin zanîn. We digo qey ew ê bêhna wî biçike, bê deng û bê qêrîn. Best û bestê avê meşiya û cardin berjor derket, hat bin wê darê kumişî. Stêra sibê hêdî hêdî wenda dibû.
Nema karî razê. Devdelingê wî şil û herî, tomareke kaxez di ber piştîniya wî de, bê liv sekinî. Heta ku wê keçika ku we kêm heba ew nas kiriye, yek ji we li ber guhê wê negeriyaye ya rastî; heta ku keçika ku ê bê, kirasê xwe bibişkêve, xwe tazî bike û bikeve avê, hat. Belê, ew bû. Tayekî jî neguherîbû. Heçku saetek jî di ser re derbas nebûbe, bi temen û ciwaniya xwe yî berê bû. Gava ku çavê viyê me pê ket, ji berê hinekî wêrektir, ji ciyê xwe çeng bû îcar. Çawa ku wê laşê xwe yî terr û taze bi nav avê de berda, wî dest bi meşê kir û hêdî hêdî bi jêr de daket. Li qiraxa avê, jipiyan, çavên xwe kutan gewlazê porê reş î têl bi têl bi ser avê ketî. Weke ku tenê gewlazek porê reş î dirêj bi ser avê de dixijiya; laş û gewde wenda, weke ku hîç tune be, bûbe lepek berf di avê de heliyabe. Bila be, ez wê jî napirsim, çinku ez dizanim: ji vî halê dildariyê re jî bêje tunin. Lewma, wî cardin, bi hewldaneke mezin xwe bi min girt, û bang kir. Li ser hev. Sê caran. Di her derbê de hinekî din şikestî û pelixî. Û ez, piştî gera li nav çend ziman û çend cî û waran, li ciyê xwe yî berê, yê zemanekî, êdî yeke din bûm. Olana min î di taht û zinaran de veda, êdî ez gêj û wêj dikirim.
Gewlazê reş mîna xêzika serê pênûsekî ku me li ser kaxetan kil dike, hêdî hêdî, di nerma xwe de, li rûyê avê rakişiya, bedena gewrik bihust bi bihust ji nav avê bilind bû. Roj li ser laşê wê bişirî. Bi çavekî li wî nihêrî; kirasê xwe li xwe kir û çû. Bîranîna min a dawî a rengdêriyê jî ev e.
Bi dû re, ji bo bêjeyekê tişta herî xerab hate serê min. Hêdî hêdî li hin deveran, di nav gel de dibûm lêker. Vê rewşa aloziyeke wiha rakir ku… nizanim çawa vebêjim. Carina bîha min bi ser a lêkereke din de diçû, carina a yeke din bi ser min de dihat, carina bi şaşî li warê yeka din diniştim, hinan ji ber nêzîkbûnê an şikl an sewt an pêjnê navnîşana min û hinên din li nav hev dixist, werhasil her kesî koça min li ciyekî danî, heta ku war û devera min hew ji nav hevdu derket. Sirf ji ber vî hawî, ji bo ku mebesta ji min, peywir û bergeha min kişif be, pêwîstî bi bêjeyine din ku em bûbûn cîran çêdibû. Û her dema ku ez hatim bikaranîn, ji bo ku di min de bigihîjin, ji min bêhtir berê xwe dan bêje û gotinên din û bi vî hawî min sererast dikirin û diketin ber min. Êdî riyeke rasterast, ciyekî xweser ji bo min hema bêjin nemabû. Tixûbê min ji ku dest pê dikir, di rewşeke çawa de, li kû bi dawî dibû, ne diyar bû. Her yekî di xeberdanan de, an di ferhengan de qateke din davêt ser min, min li kok û rehên cûr bi cûr diherbilandin. Dem dibuhurî, nexweşî, şewat, êş, kul, xela, şer, ba, baran, bakiloz, gêrik û kêzik, lawir, erdhej weke bablîsokê li rûyê dinyayê dixistin û her carê em bi kirasine dîtir dinuxumîn. Ne gengaz bû mirov di wan şert û pêwendên nû de li xwe nemîne heyirî. Gelek bêjeyên hevalên min ên wê demê lal bûn, di kerrbûna dinyayê wer bûn, çûn. Belam, her çawa bû, hîkaye û serpêhatiya min dîsa li koka xwe vedigeriya. Êdî ew hukm û şaşeaya min î berê a zemanekî nemabû, pirr zehmet bi cî dibûm wê hingê.
Li başûrê Kurdistanê, li qahwexaneyeke li hinda bazara êzing û heywanan, di televizyonê de dema pêşkêşvanekî nûçeya bombebarandineke li çiyayan dida, di nav gelek gotinên li pey hev rêzkirin de bê hemdî ez jî li ser lêvên xwe kirim, kalekî li maseya ber camê rûniştî ji ciyê xwe qulûz bû û di derî re derket. Ji lez û bezê gewdeya wî ya rehilokî ji hev diçilvirî. Vê carê ez li pey xwe kaş dikirim. Lewra êdî diran jî di devê wî de nemabûn û dema ez bi lêv dikirim pirr canê min diêşand. Di pêşiya pîqabeke sewalan de, herdu destên wî li ser gupîtka destiyê gopalê wî, û berê wî zoq li riya teng î fetlonek, em di nav çiyayên bi berf re çûn û hey çûn. Em li devereke pahnav peya bûn û herdu jî bi peyatî, bi hevrazê çiyayekî rojhilatê ketin. Gava ku em gihan aliyê din ê çiyê, xumxuma avê ji newalê hat. Çem hingî rabûbû, gurr û boş diherikî li jêrê.
Di daketina bi jêr de kevirek ji ber piyê wî pekiya, gopalê wî ji nav destan şemitî û hilkumî erdê. Çaxa ku hewl da xwe rast bike, xirîniyek ji sindoqa sînga wî rabû. Lêvên wî bi ser hevdu qepiçîbûn. Dengek ji nava dev û dilê wî dihat, lê ne axaftin bû. Berê wî li pêş, gewdeya xwe yî giran, bi hêz û mecaleke kêmkirî dikişkişand. Ewqas bi kelecan bû, vê carê li ber dara behîvê ku berfê livîna xwe li ser şax û guliyên wê raxistibû, ranewestiya. Reşîleyekê baskên xwe li hev xist û ber bi serê çiyê, bi firê ket. Gava em gihaştin qiraxa çêm, keçik hînê nehatibû. Vê carê ava çem ji her carê pirrtir bû. Bi xumexum li ber piyên wî diherikî. Nizanim gelo hayê çêm ji vî kalê hanê hebû? Bêjeya çêm zanibûya wê ji me re bigotaya helbet.
Şemla li serê xwe vekir û li ser berfê raxist. Giraniya xwe bi ser gopalê xwe de berda xwarê û rûnişt. Destên wî terikî, dilerizîn. Hingê min xwest ku, bibim bêjeyeke ku her tiştî yekser û yekcar ji wî re bibêje. Belkî heke bi her tiştî bizaniya, wê dev ji min berdaya. Lê ez, bêjeyeke xirxilî, jihevketî û çi bigire bêwate, min ê çawa bi hest û dilîniya wî pîremêrî bizaniya û hukum lê bikiraya. Wun bi hezaran bêje ne, belkî we jî nikaribûya. Ê min, xweş diyar bû, her çiqas wî nedîta, nexwesta bibîne jî, ku êdî ez nikarim bibim bêjeyeke ku karibe qederan biguherîne.
Ji asîmanê tarî ku ne xuya bû çi wext e, hat; rêzeke rast a şopên piyan weke hêlînên çûkan li ser berfa qerqaş hişt û hat. Dîsa, weke berê, tayekî jî pîr nebûbû. Bêyî ku berê xwe bide wî, tevî kiras û ciwaniya xwe yî sermedî xwe berda nav şîpa avê.
Heya ku wî bi zor û heft bela, xwe li ser gopalê xwe rast kir û rabû piyan, keçik heya newqê ketibû avê. Dikir nedikir, girêkeke di devê wî de nedihişt min derbixe. Her ku hewl û zor didayê ku min di wê zaboqê re derbas bike û bigihîne serê lêvan jî, ji zoran û hêrsan re hêstiran di çavên wî yên sorbûyî re davêtin, û nedibû. Temenê min û temenê wî, ligel serhatiyên me, rê li me teng kiribû. Bi dahfdanekê xwe gihand heya ber devê çêm. Belam, çavên wê yên beriya niha bi salan, di dema min î navdêriyê de, bi bişirîn diçirisîn, êdî nema xuya kirin. Gewlazê porê reş bi herka avê re ber bi jêr xijiya. Belkî hîç çavê wê bi me neket jî. Ez hema bi serê zimanan be jî ji devê wî derketim, weke tîrekê, bi hewl, bi kerb û stûxwarî kişiyam, ji zarezara piç û pariyên xwe bêpertavmayî min xwe gal dikir; bes weke perîkan deng û tîpên min li hewa diherifîn û ji min diketin; û, wêya ku ne berê ne niha hîç çucarî ber bi guhê wê neketim her çû wenda bû, her çû wenda bû û min bi lalûteyî, ji dilekî şikestî bêhêzmayî, bi piç û parî, da pey, heya ku tayek porê wê jî li ser rûyê avê nema. Wenda bû, çû. Heya emrê min hebû min nekarî perdeya kerrbûna wê derbas kim. Jiyanê ji bo min jî wendabûna weke lêkerekê kir qismet. Qet qetî, parçe parçe. Ev ne tenê weke lêker, weke bêje jî dawiya min bû.
Wun lê nenêrin ku a niha, çîrokbêjê xort, Ûnisê Bozo, ji bo çîrokeke evîndariyê ya ku dinivîse ferheng bi ferheng, pirtûk bi pirtûk, stran bi stran li min digere, dixwaze pariyên min ên weke şûşa dilekî şikestin bi hev ve bike, min vejîne. Îro we jî dît ku çawa weke wî suxteyê Hemedanî bi çavên derizî zoq li me meyzand û li qiraxa vî rûpelê ferhengê tiştine reş û xêz kir. Heya ku ev barê serpêhatiyên ku ez li darê dinyayê jiyam û weke gorekê di wan de veşirîm hebin, êdî ne tu dev dikare bi min bigere û ne jî ez dikarim kirasê mirinê ji xwe biqetînim û tevli we nûciwanan bibim. Nehêlin ku min bera nav we bide, ez mirî me, miriyeke pîr im, bila hurmeta we, xîreta we bar nebe min di ber jiyanên nû rake. Min bi şev û rojan li kaxet û defterên xwe, bi sedan caran dinivîse û binxêz dike. Ez naxwazim bibim sebeb an govana bêmiradiyan êdî. Ha, ku ket qalê, Ûnisê Bozo ku a niha min ji nav helbest û ferhengan, ji gora min derbixe, bila vana giştan di bîra xwe bîne û bizane ku têgihiştineke netam çarenûseke çawa tîne. Bila binêre bê wê rebena keçika kerr a bi avê de çû, ji ber ku tu bêje nedibihîst pîr nedibû, lê ji ber ku bêyî ku hay ji xwe hebe, çawa tenê bi tevgereke dev û lêv û zimên bêhemdî xwe bi min kir û digel ciwaniya xwe yî sermedî wenda bû çû. Ez dibêm ji bo ku bizane aqûbeta çîrokeke herî xweşik û ciwan jî bi min xera dibe, û dev ji min berde, ev qas bes e. Ma êdî kî ji çîrokên bi kul hez dike?