Hevpeyvîn: Cemil Oguz
NotosOykü li Tirkiyeyê bi tirkî du meha carekê tê weşandin. Kovarê di hejmara xwe ya 11’an a gelawêj-rezberê de bi navê “Li Tirkiyeyê wêjeyeke kurdî heye” dosyayeke amade kiriye.
Kovar dike ku xalên ku zêde derneketine pêş derxe pêş. Di heman demê de qîmetê dide çîrokê, wêjeyê... Kovar 4.400 hebî çap dike û di nav vê de tîraja wê jî ne xirab e.Ew li 72 bajaran li 800 cihî tê firotin. Kovar dike ku di nav kovarên wêjeyê de ji xwe re ciyeke taybet veqetîne. Gerînendetiya weşayê ya kovarê nivîskar Semih Gumuş dike. Me li ser dosyaya ku wan çêkiriye, li ser wêjeya kurd, li ser nêzîktêdayîna wêjevanên tirk a li hemberî wêjeya kurd bi Gumuş re hevpeyvîneke pêk anî.
Pêşî em wisa dest pê bikin: Li Tirkiyeyê bi têra xwe rexne heye, di kîjan astê de ye, rexnegir hene?
Bêşik em dikarin bibêjin di wêjeya me de rexne gelek kêm e, her kes vê dizane. Lê ez vê bibêjim, her kes tişteke din ji rexneyê fêm dike. Lewra tiştê ku ez ji rexneyê fêm dikim û yên ku dibêjin rexne di wêjeya me de kêm e ji hev cihê ne.
Helbet ne mimkûn e di wêjeyê me de rexne li pêş be. Yek ji sedemên vê yekê yên girîng me bi têra xwe ronahîbûna xwe pêş nexistiye. Lewre bi têra xwe em beşdarî afirandina fikir nebû, me qîmet nedaye, di dîroka Komarê de di warê fikir de me bi têra xwe hilberîn dernexistiye holê, wekî civak me rexne û xwerexne hezm nekiriye... Bi rewşeke wisa de helbet dê rexne lawaz be. Ji bo ku rexne pêş bikeve divê zanîngeh piştgirî bidin rexneyê yan jî vê yekê di nava xwe de bi awayekî cidî pêş bixin û vê di nav wêjeyê de bikin.
Lê di nav zanîngehan de beşên rexneyê hene, vê qadê bi têra xwe pêşnaxin?
Bi ya min pêş naxin. Wekî we got li gelek zanîngehan gelek beşên ziman û wêjeyê hene. Di nav van de rexne yek ji sernavên cidî û girîng e lê ji ber ku zanîngeh ne di nav wêjeyê de ne, navbera di navbera zanîngeh û dinyaya me de dibe sedem ku xebatên ku li zanîngehan têne kirin raste rast tevî wêjeya me nabin. Ji ber ku li zanîngehan rexne hê di nav qalib û akademîzmê de tengijiye. Ev yek rexneyê miheqeq bi rêbazeke, derdoreke, zanistekê ve girê dide lewra bi ya min li derveyî wêjeyê ye. Li aliyê din nîqaş bi xwe re demokratîzmê, azadiyê tîne, cîhana wêjeya me jî ji vê gelek dûr e. Ji ber ku wisa ye rexnegirên me yên ciwan jî dernakevin. Sedemên cihê kirine ku rexne li cem me kêm bimîne.
Çendek berê Fehtî Nacî jî mir. Herhal hejmara rexnegiran her ku diçe kêm dibe...
Hûn rast dibêjin, ev gelek girîng e. Belê Fethî Nacî jî wefat kir. Min berê jî gotibû: Wêjeya me ji aliyekê ve pêş dikeve ji aliyê din ve hejmara rexnegiran kêm dibe. Mînak Fethî Nacî bi dilekî şikiyayî ji rexnegiriyê xwe bi paş ve kişandibû. Wekî wî rexnegirên din jî hene, dev ji rexnegirî berdane. Ji ber ku rexnegirîn ciwan jî nehatin cihê wan mirov dikare bibêje rexnegirî kêm dibe.
Wê çaxê em dikarin qada rexnegirî dimire...
Na namire. Bi ya min tu cureyê wêjeyê bi tu awayî namire. Ji ber ku piştî salên 1990’î wêje zêde dehf dan nava populizsê wêje bi paş ket. Lewre ne tenê ji aliyê xwendevan û weşangeran ve, ji aliye çapemeniyê ve jî pirtûkên zêde têne xwendin hatin nirxandin û qîmetdayîn. Bi vê yekê wêjeyeke din derket holê. Vê yekê din ku qîmeta rexneyê nemîne. Piştî vê yekê jî rexnegiran dil nekir ku li ser pirtûkên di rojeve de ne binivîsin. Dest bi gotina “Ez binivîsim dê çi biguhere?” kirin. Ji vê jî wêdetir cîhana wêjeyê ne li benda rexneya rastîn e di rewşeke wisa de. Dibe ku li benda pesindayîna nivîskar, nivîsan e û di rastiya xwe de ne li benda rexneya rastîn e.
Ger mirov ne li benda rexneya rastîn be, ev yek nabe sedema bi paşveketina wêjeyê?
Teqez bi paş ve dikeve. Rexne çi ye? Pêşî divê mirov li ser vê bifikire. Rexne çalakiya fikrî û nivîsî ye. Lewre parçeyeke girîng a hilberîna fikrê, parçeya afirîner e. Ev pêş nekeve bi temamî tesîr li wêjeyê dike. Em nikarin raste rast tesîra rexneyê ya erênî û neyînî binirxînin lê di pêvajoyeke dirêj de encamên wê derdikevin holê. Ev kêmasî di pêvajoya dûdirêj de dibe sedema bi paşmayîna wêjeya me, bi paşmayîna çanda xwendinê, lawazbûna wê. Di nav demê de ev yek miheqeq têne hîskirin.
Bi giştî hûn pirtûkên ku girîng dibînin li ser nivîsên rexneyî dinivîsin. Hûn qet li ser çanda populer nanivîsin. Çima?
Sedem ev: Ji yên din bi taybetî ez narevim lê wekî nivîskarekî rexnegir pêşî ez li ser yên ku eleqeya min li ser e disekinim. Rexnegirek pêşî berhema ku zêdetir rexneyê dewlemend dike hildibijêre. Ji bo min, berhemên ku asta rexneyên min bilind dikin ez pêşî li ser wan disekinim, berê xwe didim wan. Ew berhemin ku ez wan wekî binirx dibinim, diecibînim.
Hûn dixwazin em vegerin ser mijara dosyayê. Çima dosyayeke wisa?
Mijara “Li Tirkiyeyê wêjeke heye?” me bi xwe dît û derxist holê lê wekî kes ji bo min ne nû bû.
Di wêjeya me de em nikarin bibêjin li hemberî kurdî, li hemberî wêjeya kurdî eleqeyeke heye; jixwe em dizanin qutbûneke mezin heye. Hebûna wêjeya kurd, nebûn, li ku derê radiweste, hêmanên vê çi ye, nivîskarên wê kî ne...di nav wêjeya me de agahiyeke wisa nîn e. Carinan qala vê mijarê tê kirin lê em nikarin bibêjin nîqaşeke cidî li ser heye. Tiştinên parçe parçe têne gotin lê ev bela wela ne. Ez bawerim divê ji vê yekê em sentezeke derxin holê. Ji ber ku ez bawerim li Tirkiyeyê wêjeyeke kurdî ku bi awayekî berbiçav hatibe nirxandin nîn e, li erdnîgariya me wêjeyeke nû ya ciwan a kurd di destpêkê de ye, di ji nû ve vejînê de ye. Bêşik wêjeya berî îro heye lê ew ne di wê astê de ye ku vejîna îro xurt bike. Lewre ew bawerim nivîskarên ciwanên ên kurd îro dê wêjeyeke kurdî ya hemdem û nû pêş bixin.
Ev tişteke nîqaşê ye. Yên ku beşdarî vê nebin jî dibe ku hebin lê tiştê muhîm em van yekan nîqaş bikin. NotoOyku ku her mijarên xweser nîqaş dike kir ku vê jî bîne rojevê. Bi taybetî keda hevalê min Lal Laleş di dosyayê de çêbû. Kovara me digel ku nû hate belavkirin jî eleqeyeke baş dît. Ji ber ku li der û dora min gelek nivîskarên ku haya wan ji vê nîn bû hene. Di vê navberê de nivîskarên ciwan jî eleqe nîşan dan.
Dema em li dosyayê dinêrin nivîsên nivîskarên kurd hene. Di vî warî de we çima ji nivîskarên tirk fikir negirt? Hûn li tişteke wisa nefikirîn?
Helbet ez fikirîm. Lê sedemeke me heye. Ez di wê baweriyê de me ku ev dosya divê bingeheke ji bo nîqaşên ku dê bêne kirin saz bike. Lal Laleş ku dosya tevî wî me saz kir ew jî di vê fikrê de bû. Lewra nivîsên ku bêne nivîsîn, fikrên ku hatine vegotin divê biqelîtebana, bi wate û asteke wan heba. Ji aliyê din ve ez li der û dora xwe dibînim ku di nav wêjeya tirk de bi têra xwe wejeya kurd nas nakin. Ji ber vê jî nivîsên ku me ji wan bigirta dê keda wan li vê dosyayê neba, lewma me tenê ji nivîskarên kurd nivîs û fikra wan xwest.
Ji nav wêjeya kurdî haya me jê heye, em dizanin kîjan nivîskarê kurd li pêş e. Dema hûn ji derve dinêrin kîjan nivîskar derdikeve pêş?
Navê Mehmed Uzun li nav hin derdoran tê nîqaşkirin. Bi taybetî dema wêjeya tirk Mehmed Uzunî nîqaş dike hin dibêjin ku romanên wî têrê nakin. Bi ya min dibe ku aliyê rastî ya vê yekê hebe. Bi ya min Mehmed Uzun bi hemû berhemên xwe di nav wêjeya kurd de yê herî girîng e. Girîngiya wî ji vir tê: Ya yekemîn di ciwaniya xwe de dest bi nivîsandina bi kurdî bi awayekî zanebûn kir; ev yek jî di nav xwepêşxistinê de kir û ev yek di dema metirsiya gavavêtina ji bo vejîna wêjeya kurd de pêk anî. Ji ber ku ew jî jê hay hebû ku tiştê heyî ne bes e. Helbet dît ku li ber pêşketina wêjeya kurdî astengî û qedexe heye...
Ez di wê baweriyê de me ku rêya ji nû ve vejîna wêjeyekê ne ji helbestê ji nivîsa ceribandinî tê. Ev gelek girîng e. Em dizanin ku kevneşopiya gotinkî ku ji dengbêjan tê pêşketî ye, lê tam neketiye nivîsê, di nav zimanê nivîsê de xwe neafirandiye. Ez dikarim vê bibêjim ku di nav wêjeya kurd de nivîskarên ciwan ku xwe ji tesîra siyasetê rizgar kirine, wêjeyê û rêgezên nava wêjeyê girîngtir dîtine berhemên hêja derdixin. Ev dê kedeke mezin li destpêka wêjeya kurdî ku min qal kir bikin. Dike ku ev bibe sedema nîqaşa ku veqetîna wêjeyê ya ji siyasetê, lê ez di vê de bi israr im. Wêjeya kurdî çiqas ji bin siya siyasetê derê ew qas dê bi awayekî erênî û dli ser xêzeke baş pêş bikeve.
Herhal ev yek tenê ji bo kurdan derbas nabe...
Helbet ji bo wêjeya her kesî ev derbas dibe. Lê li vir ji ber ku em qala vejîneke dikin, zêdetir derbas dibe.
We got haya tirkan ji wêjeya kurdan nîn e. Dê kengê haya wan jê heye? Ev pêvajo dê çawa pêş bikeve?
Miheqeq dê haya wan jê hebe.. Bi rêya weşanê dê hay jê hebin, ne bi rêyeke din. Her ku wergerên ji kurdî ji bo tirkî zêde bibin, dema weşanên bi kurdê zêde bibin dê hay jê hebin. Îro çend weşanxaneyên ku di nav weşaneke xweşik de ne hene. Her ku hejmara van zêde bibe, hejmara kovaran zêde bibe, dê zêdetir helbestvanên ciwan, çîroknûs, romanûs derên. Ji wan çiqas werger pêk bê ew qas dê bêne nasîn. Divê hem ji wê derê, her ji vê derê nîqaş pêk bê. Çiqas nîqaş pêk bê ew qas dê balê bikişîne. Bi ya min tiştê ku NotosOyku jî kir kedeke xiste nava vê yekê. Herî hindik derdora NotoOyku dê hay ji vê hebin û bikevin nava xemê.
Dibe ku rexne ne hedê min be lê ez dixwazim vê bibêjim: Nivîskarên di wêjeya tirk de ji wêjeya erebî, farisî, îngilîzî, ji wêjeya çermsoran wergerê ji bo tirkî dikin, lê ji wêjeya kurdî ya ber pozê wan nakin. Ev yek ne pirsgirêkek e?
Bi ya min ev sedî sed pirsgirêk e. Çareseriya wê diwar eji ber ku bi kurdî nizane. Lê ecêbeke heye; bi ya min ev qutbûna ziman a ji hev ku bi sedan salan ev li kêleka hev, her wiha di nava hev de ne li tu derê dinyayê nîn e. Bifikin li vir li hemberî hev em rûniştine lê ez peyveke bi kurdî nizanim. Li tu derê dinyayê tişteke wisa nîn e. Helbet sedemên siyasî, civakî yên vê yekê hene. Bi ya min ji niha û pêde herî hindik dê li ser vê bê fikirîn. Ji bo ku ez zêdetir xweşbîn bin di destê min de tişteke din nîn e.
Kurd ji bo pêşxistina wêjeya kurdî di nav hewldanekê de ne. Ji bo pêşxistina wêjeya kurdî çi bar dikeve ser milê rewşenbîrên tirk, çi rol dikeve ser milê dewletê?
Bi ya min tu rol nakeve ser milê dewletê. Ne ji bo pêşxistina wêjeya tirk, ne jî ya kurd bar nakeve ser milê dewletê. Bi ya min gera li roleke wisa bêwate ye.Cihê ku em li rol û bar bigerin jiyana sivîl, têkiliyên sivîl in. Di nav van têkiliyên sivîl de divê pirsgirêk çareser bibe. Ya yekem em çima ew qas ji kurdî dûr ketine? Ya diduyan, em çiqas ji wêjeya wê ya ku pir an hindik heye dûr ketine? Ger mirov li ser van bifikire ev yek dê bibe gava yekem, dure dê meraq derê, nivîsandin û nîqaş derê. Bêyî nivîsandinê tu tiştekî çênabe. Nivîsandin û nîqaşkirin ji bo her du aliyan jî girîng e. Ev yek pêk bê dê rê kurt bibe.
Hûn dibêjin ji dewletê zêdetir ji bo pêşxistina wêjeya kurdî rol dikeve ser milê sivîlan lê mînak di zanîngehan de beşa wêjeya kurdî derê dê kedeke ji bo wêjeya kurdî dernekeve holê?
Helbet, bêşik dê ked ji bo wê çêbe. Ev gelek girîng e, divê em vê jî nîqaş bikin. Binêrin hûn çiqas xweşik dibêjin; Di zanîngehan de beşa wêjeya kurdî derkeve dê kedê nexe nav wêjeya kurdî? Wê çaxê divê em vê yekê bikin: Yên ku li ser tişteke wisa difikirin divê li ser vê yekê projeyê amade bikin; yanê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî dikare çawa bê avakirin, bernameya vê beşê dê çi be... Divê ev yek derkevin holê û bi awayeke nivîskî bêne pêşkêşkirin, di weşanan de bêne nîqaşkirin. Kirina van yekan miheqeq muhîm e. Jixwe bêyî nîqaş bê kirin divê ev yek bêne kirin. Duh dibe ku em li ser van yekan nedifikiriyan lê îro şert û mercên me yên ku em li ser van bifikirin hene.
Ji nivîsên we ez dizanim we pirtûkên gelek nivîskarên kurd xwendine, ji antolojiyan ez dizanim we çîrokên kurdan xwendine. Dema hûn ji derve binêrin gelo hûn dikarin bibêjin ev çîrok xweş bû, ev kes baş dinivîse, hûn dikarin nav bidin?
Zor e ez navê çîrokê bidin. Ji ber ku çîrok çê xwendin û diqede. Lê ji nivîskarên ciwan ji ber ku ez nas dikim ez dibêjim ez Yaqob Tilermenî diecibînim, ez wî afirîner dibînim. Ji ber ku min ev yek bi wî re dît bala min kişand: Çîrokên ku dinivîsîne ji jiyana ku navê ye, ji rewşa siyasetê gelek dûr in. Berê xwe dide pirsgirêkên însanî. Çiqas hûn berê xwe bidin çîrokên mirovên ji rêzê hûnê ew qas serketî bin. Ji ber hindik mînak min xwendine ez dikarim van navan jî bijmêrim: Çiya Mazî, Enwer Karahan, Hasan Kaya, Hesenê Metê, M. Alî K., Ronî War. Ji nêztir ve ez nas nakim. Qîmeta roman û nivîsên Mehmed Uzun jixwe cihê ye, ez her dibêjim...
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.