Diyarname
Li Meletî jî Fûara Pirtûkan heye ku îro dest pê kir. Di vê fuarê de ji weşanxaneyên kurdan Nûbiharê stand vekiriye. Nivîskar Welat Dilken jî dê li standê pirtûkên xwe îmze bike.
10'emîn Fûara Pirtûk û Çandê ya Anadolu ya Meletiyê îro dest pê kir û heta 3'yê meha pêşiya me vekiriye.
Fûara ku ji aliyê Walîtiya Meletî û Şaredariya Meletî ve tê organîzekirin îsal Prof. Dr. Ahmed Güner Sayar wekî Mêvanê Rûmetê diyar kirine. Fûar îsal bi diruşma "Bi rihê pirtûkan ji nû ve" li dar dikeve. Fûara Pirtûkan li Fûarmerkezî ku li Parka Mişmişan a li Pinarbaşiya Orduzuya Meletî deriyên xwe vekir. Şaredarê Meletî Sami Er di merasima vekirinê de got, "Îsal wê 150 weşanxane standê vekin û dor 250 nivîskarî dê di serdema fûarê de pirtûkên xwe îmze bikin."
WELAT DILKEN LI FÛARÊ YE
Weşanxaneya Nûbiharê li vê fûarê jî stand vekiriye. Ji nivîskarên Nûbiharê, yek ji editorên Diyarnameyê Welat Dilken jî wê li fûarê be. Dilken dawiya vê hefteyê, rojên 26 û 27'ê mehê wê li fûarê be û pirtûkên xwe îmze bike.



