Diyarname
‘Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin’ navê romanek nû ye ku ji Pall Weşanê derketiye. Romana ku ji aliyê Kamuran Çakir ve hatiye nivîsandin xwendevanan dibe New Yorkê, piştî li gelek cihan digerîne vê carê tîne Hewlêrê...
Kamuran Çakir di sala 1982’yan de li Aydina Tirkiyeyê hatiye dine. Zanîngeha Pamukkaleyê beşa aboriyê qedandiye. Niha li New Yorkê dijî. “Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin” yekem pirtûka wî ye.
Kamuran Çakir diçe New Yorkê, em bêjin nivîskarek ji Kurdistanê diçe New Yorkê û dixwaze romaneke bi stîla vê deverê binivîse. Piştî dinivise romanê dişîne ber destê Jacklina ku yek ji edîtora herî navdar a New Yorkê ye, lê ew romanê li wî vedigerîne û berê wî dide Mîr Thomas. Mîr Thomasê ku mamosteyê wêjeya berawirdî û kurê Jacklinê ye, berê wî dide hin kesên din. Nivîskarê ku di rêwîtiya xwe ya romannivîsînê de rastî gelek kes û bûyerên ecêb tê, li dû Mîr Thomas diçe heta Hewlêrê û xwe di nav aloziyê de dibîne: Harry Powell û çar zilamên xwe yên reşpêçayî jî li dû wan in û dixwazin Pirtûka Sêhrbazan a Mîr Thomas peyda bikin. Gelo Pirtûka Sêhrbazan li ku ye?
“Piştî ku min rûyê diya xwe li pişt xwe hela bi şeş mehan, min biryar da biçime bajarê herî serbilind ê wek paytexta cîhanê tê zanîn ku tê de bi kêmanî heşt hezar ziman tê axaftin û şêniyên vî bajarî di nav evînên wisa de dijîn ku em di pirtûkan de dixwînin an jî di çîrokan de dibihîzin.
Bajarekî ku her sibeh bi bêhna mîzê xwe dişo, lê dîsa jî ti tiştî ji serbilindiya xwe kêm nake. Erê ev bajar New York e!”
Romana Çakir bi van gotinan dest pê dike û bi hevakên wekî, “Di nav çîrokên herikok de her tişt dişibin her tiştî. Di nav gerava çîrokan de nasname dihêlin, dibin pêlên deryayê. Nivîskar dibe karaktere xwe, karakter dibe nivîskarê xwe, Lê rastî ev e ku çîrok, mînak jiyanê dê heta hetayê biherike.
Gava bi ser rûyê avê dikevim, rûyê diya min tê ber çavên min” bi dawî dibe. Bersiva pirsan, gelek navên cur bi cur, gelek çîrok an jî mijar û bûyerên diqewimin di nav van her du paragrafan de ne û xwendevanan dikişînin nava xwe.
- Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin / Kamuran Çakir / Pall Weşan / 2024 / 147 rûpel/ Roman
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com