Diyarname
Pirtûka Mîkaêlê Reşîd ya bi navê "Pişîka Min" ku cara yekem di sala 1965'an de li Yêrêvanê hatibû çapkirin, ji hêla Weşanxaneya Nûbiharê ve ji nû ve hate çapkirin. Pirtûk di çarçoveya kampanyayeke bi navê "25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb" de hatiye çapkirin û dê li xwendekarên dibistanan ên ku dersa Kurdî hilbijartine, bê pere were belavkirin.
"Pişîka Min" pirtûkçeyek biçûk û bi wêne ye, bi zimanekî helbestî ji bo zarokan hatiye nivîsîn. Nivîskarê pirtûkê Mîkaêlê Reşîd e û wêneyên wê (şikil) jî ji hêla An. Gasparyan ve hatiye çêkirin. Pirtûk ji hêla Kenanê Nado ve hatiye latînîzekirin.
Pirtûk cara yekem di sala 1965'an de li Yêrêvanê hatiye çapkirin. Di pêşgotina ku ji hêla weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye nivîsîn de der heqê çapa nû de wiha tê gotin: "Dema me di arşîvan de ev kitêb peyda kir, ji ber delalî û balkêşiya helbestên di nav de, me got lazim e em careke din, îcar bi tîpên latînî çap bikin û li xwendekarên dibistana navîn yên ku dersa Kurdî ya hilbijarî wergirtiye, balav bikin. Loma me li gorî hejmara xwendekaran kampanyayek bi navê '25 Hezar xwendekar 25 hezar kitêb' li dar xist û bi saya camêrî û dilsoziya xelkê xwe niha ji vê kitêbê 25000 heb çap û belav dikin."
Bi çapkirina vê kitêbê re, cara yekem e li Bakur pirtûkek bi hejmara 25 hezar libî tê çapkirin.
Pirtûk li dibistanên navîn bê pere tê belavkirin.
Nivîskarê pirtûkê Mîkaêlê Reşîd di sala 1925'an de li Gurcistanê tê dinyayê, li Gurcistan û Ermenistanê xwendina xwe temam dike. Gelek helbestên Reşîd di kitêbên dersan de hatine weşandin.
Hin kitêbên wî yên wê demê weşiyane ev in:
"Dilê Min", "Bi Rêyên Welat", "We'de", "Şems", "Îsav", "Pencere û Mitale".