Hevserokê PYD'ê Salih Muslim 2 rojan li Tirkiyeyê ma û bi rayedaran de hevdîtin pêk anî. Muslim piştî hevdîtinan ji bo DÎHA'yê axivî.
Vane ji gotinên wî çend têbinî:
- Di encama hevdîtinan de derket holê ku Tirkiye ji hebûna kurdan a li ser sînor ne aciz e û li gel kurdan e.
- Heta niha ne yekser me bi rêveberên Tirkiyeyê reber dabû, niha yekser em axivîn ku ev yekem car e tiştek wisa çêdibe.
- Me bi rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Derve re hevdîtin kir, bi Davûtoglû re hevdîtin nekir
- Hevdîtinên me baş û erênî bûn. Hûn jî dizanin Tirkiye bi Sûriyê re xwedî sînorekî zêdeyî 9 sed kîlometre dirêj e. Li her du aliyên vî sînorî kurd hene. Ji ber vê yekê, bûyerên li ser sînor rû didin, li ser sînor rû bidin yekser bandorê li Tirkiyê dikin. Divê teqez diyalogek hebe. Ji bo şaş neyên fêmkirin, hevdîtin bên kirin.
- Di dema dawî de, hûn jî dizanin du mijar gelekî girîng bûn. Ya yekemîn; li Rojava mijara rêveberiyên demî ya rêveberên herêmî yên sivîl hebû. Ji bo me gelekî girîng bû. Me dîtin ku hin derdor vê mijarê gelekî dinepixînin. Di rastiyê de ne wiha ye. Yanî, hinek dibêjin, "Parçe dikin, rêveberiya xweser îlan dikin." Rewşeke wiha nîn e. Di ser serdestiya gel a li herêmên xwe re salek derbas bû. Me ji vê ezmûnê fêm kir ku êdî pêwîstî bi rêveberiyekê heye. Demî be jî divê rêveberiyek bê avakirin. Divê ev sîstem hebe, hem ji bo xwarin, vexwarin û hem jî ji bo hemû pêdiviyên civakê, pergaleke bi vî rengî hewceye. Bi vê armancê me nêrîna xwe anîn ziman. Heta ku çareseriyeke siyasî ya bi kurd, tirkmen û ereban were dîtin, me xwestin rêveberiyeke demî bê avakirin. Me di hevdîtinên xwe de behsa van kir.
- De hevdîtinan de me hev fêm kir. Rayedarên Tirk gotin 'ev mafê we ye'. Hûn jî dizanin, ji ber şerê li ser sînor gelê me di rewşeke perîşan de ye. Niha soz jî hat dayîn. Tirkiye wê di her alî de alîkariyê bide gelê me. Yanî wê alîkariya însanî bide gelê me. Ev jî baş bû. Ji xwe ewlekariya sînorê me, ewlekariya sînorê Tirkiyê ye.
- Di hevdîtinan de mijara Konseya Bilind a Kurd jî hate rojevê. Mijarên din jî hebûn bêguman. Mijara koalîsyonê hebû. Kurdan di dema bihurî de di hin cihan de cih negirtibûn. Wekî Konseya Bilind a Kurd qebûl nekiribûn ku cih bigirin. Rêveberiya nû hat. Hilbijartinên nû hatin kirin. Yanî di nava koalîsyonê de pêkhatiyeke nû heye. Di vê mijarê de jî danûstandinên me wê dewam bikin. Eger di vê mijarê de em karibin tiştekî bikin, wê baş be. Dibe ku rewşeke koordînasyonî yan jî beşdarî çê bibe. Me li ser van hemûyan nîqaş kirin û bi rastî gelekî baş bû. Me soz jî da, carna hevdîtinên me yên bi vî rengî wê çê bibin. Ev destpêkek bû, lê wê nebe ya dawî. Dibe ku çûyîn û hatina me li Enqere û Stenbolê çê bibe."
- Di dema hevdîtinê de me bihîst ku topeke çeteyên El Nusra li Serêkaniya Serxetê ketiye. Top sînor derbas dikin û dikevin vî alî. Topên El Nusra ne. Topên li gel tê reşandin, li vî aliyê sînor jî dikevin. Divê çareseriyek ji vê re bê dîtin. Dema em di civînê de bû, me bihîstin ku topek li Serêkaniya Serxetê ketiye. Divê êdî her du alî jî ji bo ewlekariya sînor ya ji dest tê bikin."
- Di helwesta Tirkiyê ya li dijî PYD'ê de guhertin xuya kirin. Hebûna min a li vir, guherîna herî mezin e. Çima em li hev rûnenên û neaxivin? Bêyî navbeynkaran em dikarin li hev rûnên û derdên xwe ji hev re bêjin. Bi hevdîtina rû bi rû re, em dikarin her tiştî nîqaş bikin. Fikar û gumana perçebûnê hebû. Lê rewşeke wiha nîn e, ez bawerim hinekan nepixandine. Heta ku çareseriyeke mayînde pêk were, em dixwazin xwe li Rojava bi rê ve bibin. Organîzeyek hewce ye. Ya em dikin jî ev e. Me ev yek ji bo rayedaran jî ragihandin. Derket holê ku ji her du aliyan ve kar hene ku divê em bikin. Mijara vekirina sînoran û alîkarî hat rojevê.
- Tirkiye ji hebûna Kurdan ne aciz e. Em silavên xwe li gelê xwe dikin. Bila li pêş binêrin, rojên xweş li pêş in. Hêvîdarim wê ev hevdîtin jî ji bo gelê me baş bin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin