• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

X, W, Q û kurtenameyek ji bo birêz Hasîp Kaplan

Dîrok : 04 01 2009 | Beþ :

Serbest

 

Îrfan Amîda

Dema li dewletekê yan li civakekê rewþa asayî ji holê rabe, siyaset jî dibe “Girrê Devan”. Hemû stratejî li ser têkbirin û demoralîze kirina rêxistinên hember xwe tê afirandin. Armanca sereke xitimandina hember e. Bi rastî ji stratejiyê zêdetir li gorî taktîkan siyaset tê meþandin. Êdî rasyonelî, realîzekirina polîtîkayên ku têne meþandin zêde di ber çavan re nayê derbas kirin. Piranî bi awayeke reaksiyonel polîtîka tê kirin. Di dem û serdemên kaotîk de hinekî din serdest dibe ev rewþ.
Helbet dijwar e di vê serdemê de afirandina polîtîkayê. Lewra birêvebirina rewþa kaotîk xeternak e. Bi qasî îqtîdarê muxalefetî jî rîsk e. Li gel vê yekê jî pozîsyona muxalefetê ji ya îqtîdarê xurtir e. Heger muxalefet rîskên îqtîdarê yên kiþf bi kar bîne û yên veþartî jî kiþf bike û bike ku îqtîdar wan rîskan jî hilgire dê îqtîdarê bixitimîne. Hêza birêvebirina rewþa kaotîk ya îqtîdarê qels bike ku di gelek gavan de bike çekên îqtîdarê qelp bike. Lê wekî ku me got bi qasî îqtîdarê muxalefet jî xwedî rîsk e. Ger gavên ku li hember îqtîdarê davêjin beramberiya xwe nebînin di civakê de, rîskên xwe jî kiþif û zêde dikin. Heger gavên xwe yên ku diavêjin nikaribin teorîze bikin û bingeha realîze kirina wan nikaribin ava bikin, ligel îqtîdarê astengiyan ji xwe re jî derdixin.
Di vê çarçoveyê de ez dixwazim li ser helwesta DTP’ê û birêz Hasîp Kaplan rawestim. Û kurtenameyekê bi rêya Diyarnameyê ji Birêz Hasîp Kalan re biþînim. Bi hêviya ku ragihe birêz Kaplan.
Bi rastî ligel hemû kêmasiyan hebûna we û polîtîkayên we, wekî gelek kurdan min jî kêfxweþ dike û pê serbilind dibim, wekî kurdekî. Ligel hemû astengiyên ku ji we re derdixin jî helwestên we û rik û baweriya we hêzê dide gelek kurdan. Lê mixabin di vê dema dawî de ku gelek xetereyan di xwe de dihebîne, helwesteke we, reflekseke we (ku ez dixwazim bawer bikim tenê refleksek, reaksiyonek bû) ez behetandim. Min di rojnameyan de xwend ku hûn amadekariya teklîfa qanûnekê dikin ji bo çend tîpên kurdî. Bi rastî yan ez tênegihîþtim ku hûn amadekariya çi dikin yan jî hûn nizanin bê çi dikin. Heger amadekariya we, ji bo çend tîpên kurdî di elfabeya tirkî keve be ezê ji ber xwe û we fedî bikim. Bi rastî ez bi vî awayî dizanim û têra xwe diqehirim. Çi ji min re tirk alfabeya xwe diguherînin an na. Yan jî çend tîpên kurdî di alfabeya tirkî keve ez û hûn û kurd dê çi sûdê jê werbigirin? Na heger amadekariya we ji bo tiþteke din be, ji bo qanûneke ku rê li ber kurdî veke be, ji kerema xwe re me agahdar bike.
Mixabin ez ditirsim ku hûn li hember polîtîkayên vê pêngavê ditengijin û bi awayeke reaksîyonel tevdigerin. Ez jî bawer dikim ku AKP bi êgir dilîze û pirsgirêka kurd kûrtir dike. Gavên ku diavêjin dê çi bide kurdan an vî welatî û demokratîkbûnê li aliyekî, þêwaza vê gavavêtinê û hêviyên wê yên partîzanî vî welatî û pirsgirêka kurd ber bi kaosê ve dibe. Dê çi qasî bikaribe vê kaosê bi rê ve bibe hêjayî nîqaþê ye. Helbet peywira DTP’ê jî kiþf kirina rîskên AKP’yê, bargiran kirina wê ye. Daxwaza çaresiriyê ye ku her kes dizane bêyî kurdan pirsgirêka kurd çareser nabe. Lê ger ji bo ku hûn AKP’ê têk bibin û bergiya wê bixetimînin, gavên bê pîvan bavêjin dê hûnê rîskan ji xwe re jî zêde bikin.
Lê wekî ku min got, dibe ez tênegihîþtibim bê hûn dixwazin çi bikin. ji ber ku ez azadiya zimanê kurdî dixwazim û ezê qet vê daxwazê revîze nekim. Çend tîpên kurdî bikevin alfabeya tirkî dê ji min re bêwate be. Ji xwe tu daxwaza kurdan çênabe di vî warî de. Ne rast e jî. Tirk alfabeyeke çawa bi kar tînin bila bînin. Lê tu mafê wan yê kurdî qedexe bikin tune ye. Mafê wan yê biryardayîna di der barê alfabeya kurdî de jî tune ye. Di heman demê de mafê kurdan jî nîn e ku biryarê bidin di der heqê alfabeya tirkî de. Heger armanc ne afirandina zimanekî nû be.!
Ji loma jî, ji kerema xwe re yan raya giþtî agahdar bikin di der barê amadekariya teklîfa xwe de ku ez jî têbigihîhim yan jî dev ji wê amadekariyê biqerin.
Silav û rêz

imemzal@hotmail.com 

 

 ***

Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Anakronîzm û Komara Tirkiyeyê
- Notos Oyku û Semîh Gumuþ
- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?
- Exlaqê pênûsê
- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji 'Qemerê' sê helbest

Ji 'Qemerê' sê helbest

28 06 2022

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip...

22 06 2022

Eþq û êþên Kurdistanê di

Eþq û êþên Kurdistanê di "dîwana þermê"...

20 06 2022

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish...

14 06 2022

Ev jî hene

Burkay –Metîner

Burkay –Metîner

25 04 2011

Gotina Hefteyê:

Gotina Hefteyê: "Emê statuya kurdan eþkere bikin"

24 07 2013

Gelo nivîs-kar-ek e?

Gelo nivîs-kar-ek e?

21 01 2014

Yaþar Kemalî ji bo Ahmet Aras û folklora kurdî got çi?

Yaþar Kemalî ji bo Ahmet Aras û folklora kurdî got çi?

04 08 2015

Helîm Yûsiv li ser Rojava, serxwebûn, siyaset û weþanên kurdan çi difikire?

Helîm Yûsiv li ser Rojava, serxwebûn, siyaset û weþanên kurdan çi difikire?

22 07 2014

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

HÎÇ, MATEMATÎK Û HELBEST

Çorê ARDA

Cemil Oguz

‘Her tiþt xweþ e’?

Cemil Oguz

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname