Diyarname
Nivîskar Cîhan Roj ev çend roj in li nexweşxaneyê ye û gere îro emeliyet biba, lê emeliyeta wî hiştin sibê.
Ji bo kontrolê Cîhan Roj nêzî deh roj berê çû nexweşxaneyê. Piştî ultrasonê derket holê ku di rehên Cîhan Roj ên stûyê wî de xitimîn heye. Yek ji rehên girîng de nêzî sedî 90 xitimîn hebû ku ev astek bilind e. Biryara anjiyoyê hat dayîn.
Cîhan Roj ji bo anjiyoyê, bi gotineke din ji bo vekirina rehê, roja yekşemê (21'e mehê) li Îzmîrê li nexweşxaneyê raza. Duh (22'yê mehê) anjiyo kirin ku rehê vekirin lê bi anjiyoyê venebû, loma jî doktoran biryara emeliyetkirinê da. Îro gere emeliyet bikira, lê hiştin sibê (23'yê mehê).
Em wekî Diyarnameyê şîfayê jêre dixwazin û hêvî dikin dê gavek zûtir baş bibe.