Diyarname
Vê hefteyê 9 fîlmên ketine vîzyonê hene. Ji van didu anîmasyon in. Yek ji karakterên sere ên fîlmên aksiyonê Jason Statham bi fîlmê "The Beekeeper" li pêşberî sînemahezan e.
"THE BEEKEEPER"
Fîlmê "The Beekeeper" (Mêşvan) bi navê "Arici: Olum Kovani" (Mêşvan: Kuwara mirinê) xistine vîzyonê. Fîlmê ku David Ayer bi rê ve biriye Jason Statham, Emmy Raver Lampman, Bobby Naderi û Josh Hutcherson têde dilîzin.
Adam Clay (Jason Statham) ajanekî kevn e. Cîrana wî Eloise li call centerek dixebite, di encama êrîşeke sîberî de tê şêlandin. Loma jî întîxar dike. Û karakterê sereke yê fîlmên aksiyonê Jason Statham dikeve nav bûyerê. Bi vî awayî macera dest pê dike. Ligel aliyê aksiyonî, têkiliyê îstîxbarî, dewletan jî nîşan dide. Fîlm ji bo aksiyonhezan e.
Va ne hemû fîlmên hefteyê:
- Ferrari / Derhêner Michael Mann
- Just The Two of Us / Derhêner Valerie Donzell
- The Beekeeper / Derhêner David Ayer
- The Little Mermaid / Derhêner Michael Johnson / Anîmasyon
- 3391 Kilometre / Derhêner Deniz Enyuksek
- Kolpaçino 4 4’luk / Derhêner Kamil Çetin
- 3310’dan Tum Birimlere / Derhêner Mazlum Yigit
- Yaşam Koçu / Derhêner Burak Kuka
- Tay 2: Ebabil Takimi / Derhêner Nurullah Yenihan / Anîmasyon


