logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Anîmasyonên kurdan: Fermo li 'Dar' û en din temaşe bikin

Êdî em bi rehetî dikarin bibêjin di her warî de sînemaya kurdî berheman dide û ber bi pêş ve diçe. Beşek ji vê sînemayê

  • Dîrok: 24/04/2021
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil OGUZ

Êdî em bi rehetî dikarin bibêjin di her warî de sînemaya kurdî berheman dide û ber bi pêş ve diçe. Beşek ji vê sînemayê jî beşa anîmasyonê ye. Di çarçoveya Festîvala Fîlmên Kurdî a Global de çend fîlmên anîmasyonî jî têne nîşandayîn û hin ji wan gelek serketî ne jî. Ya herî serketî jî "Dar" (Wood) e.

TU DARÊ, DAR TE DIBIRE

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global îsal 16'ê mehê dest pê kir û heta 27'ê mehê li dar e. Ji ber meseleya pandemiyê festîval îsal jî bi awayekî online û bê pere li dar dikeve. 13 Festîvalên Kurdan piştgiriya vê festîvalê dikin û fîlmên xwe şandine. Di festîvalê, di beşa fîlmên kurt de çend anîmasyon hene û di nav wan de min "Dar" (Wood) gelek eciband.

Derhênerê "Dar" Yasîn Zahrabî kurdekî Kermanşahê ye. "Dar" meseleya birîna daran digire dest. Di anîmasyonê de her daran dibirin. Her bi temaşevanan re meraq çêdibe dê ber bi ku ve here ku ev yek xweşik jî çêkiriye. Paşê kamyona ku dar bar kirine, dibe wan daran li cihek dirijîne erdê û ji wir jî kamyonên din wan daran dibin. Ji wan yek diçe fabrîkeya kaxiz ku ji daran kaxizan diafirînin. Yek jî diçe fabrîkeya amûran ku bi van kursî û mase, tiştên wisa çêdikin. Heta vir normal e, lê hew em dibînin ji wî kaxizî fermana îdamê tê dayîn, di sehneya dû re de jî sêdar hatiye çêkirin û ew darê ku bûye kursî, ew kursî ji bin lingê kes tê kişandin.

Derhêner mijara mirov daran dibirin dikin berhem, ew berhem tên ba hev û mirovan dikujin digire dest. Her çiqas li vir me mijara anîmasyonê 5 deqîqeyî anî ziman jî em gotina mezinên kurdan "Dîtin û gotin nabe yek" bibîr dixin û pêşniyara temaşekirinê dikin.

RENGÊN ŞÎRÎN Û FERHADÊ

Anîmasyonê "Şîrîn û Ferhad" ji aliyê derhêner Rahim Karimzah ve hatiye çêkirin. Anîmasyonekî ji nav çandê derdikeve û ji nav jiyanê re diherike. Derbasbûna kareyek ji kareyeke din, ji rengek heta rengek din wisa xweş honaye, temaşevan nikare dest jê berde. Yek ji anîmasyonê serketî jî ev bû.

"XULA NEWE"

"Xula Newe" (Rotation) jî anîmasyonê derhêner Hazhir As'adi ye. As'adî ji kurdên Senedecê ye û di anîmasyona xwe ya 7 deqîqeyî de veguherîna dinyayê tîne ziman.

"KERWAN"

"Kerwan" anîmasyonê Mohiuddin Arslan e; berê xwe daye Efrîna hat bombekirin, efrîniyên ji cih û warên xwe veder bûn, koçber bûn. Heta vir anîmasyonekî serketî ye, lê di dawiyê de fotoyên rasteqîn ên efrîniyan bi cih kirine ku qet ne hewce bûn.

"DE BERDE"

"De Berde" jî anîmasyonekî kurt e, bi 2 deqîqeyî ye û balkêş e. Derhêner Star Bazancir di 2 deqîqeyan de bûyera xwe aniye ziman.

"XEYALÊN DI KÛRAHIYÊ DE"

"Xeyalên di Kûrahiyê de" anîmasyonê derhêner Reza Mohammadi ye. Mohammadî ji kurdên Rojhilat e û heta niha Festîvala Fîlman a Berlînê jî têde di gelek festîvalan de xelat girtiye. Di vê anîmasyonê xwe de qala kesên ji şeran direvin û di nav behran de winda dibin aniye ziman.

Festîval van anîmasyon, kurtefîlmên din, belgefîlm û fîlmên metrajdirêj ên derhênerên kurd bi ser malpera xwe re bê pere nîşan dide. Di festîvalê de ev 6 kurteanîmasyon, fîlm û belgefîlmên din heta 27'ê mehê li benda temaşevan in.

Ji bo yên bixwazin temaşe bikin:

- FESTÎVALA FÎLMÊN KURDÎ YA GLOBAL


***

Nûçeya Eleqedar:

- Fîlmên kurdî li benda we ne

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

'Yaramaz Çocuklar' Xelata Gûzika Zêrîn, 'Çîroka Zîn û Alî' Xelata Yilmaz Guney girt

ad

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

ad

Kurdan dîsa xwe xapand!

ad

Mehmet bi 6, Veysel Îşbîlîr jî bi 2 guleyan hat kuştin!

ad

Li Stenbolê bi gelek zimanan helbest têne xwendin

ad

Onder: Ji Enqereyê 2, ji Stenbolê emê 13 mebûsan derxin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname