Diyarname
Fûara Pirtûkan a Çukurovayê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin îsal di navbera 14-22'yê mehê de li dar dikeve.
Fûara Pirtûkan a Çukurovayê îsal 16'emîn car wê li dar bikeve.
Li gor agahiyên amadekeran îsal li dor 300 weşanxane û saziyên sivîl dê standê vekin. Di fûarê de panel, gotûbêj, xwendina helbestan, çalakiyên zarokan jî têde li dor 93 çalakî hene.
Ahmet Telli, Ayşe Kulin, Barış Terkoglu, Bariş Pehlivan, Behiç Ak, Buket Uzuner, Kemal Varol, Murathan Mungan, Mustafa Balbay, Nilgun Ilgaz, Şukru Erbaş, Zeynep Oral jî di nav de li dor 500 nivîskar dê li fûarê pirtûkên xwe îmze bikin.


