Diyarname
Niha pirtûkek li ber destan e: "Du Sêwî -Çîrokên Jiyayî". Çîrokên di vê pirtûkê de hemû hatine jiyîn û nivîskar bi awayekî ew dane hev.
"Du Sêwî -Çîrokên Jiyayî" pirtûkeke çîrokan e. Ew ji aliyê Suleyman Demîrkol ve hatine berhevkirin û wekî pirtûk ji Weşanxaneya Nûbiharê derketiye. Ev ne çîrokên folklorîk in ku mirov qala berhevkirinê bike lê ji ber ku yek bi yek hatine jiyîn, wî jî ew kom kirine, rêz kirine û saz kirine mirov dikare qala berhevkirinê jî bike.
Çîrokê di pirtûkê de di bin sê beşan de hatine bi cih kirin. Çîrokên pêşî serbest bi cih kirine, lê ên din di bin beşa "Bîranînên Dibistana Seretayî" û "Çend Bûyer" de hatine weşandin. Nivîskar di pêşeka xwe de gotiye, "Çîrok û bûyerên ku di vê pirtûkê de derbas dibin qerhemanên wan û jiyana wan giştîk rast in. Yek peyvekî xilaf têde tune ye."
Yanê 25 çîrokên di pirtûkê de hemû ji nav jiyanê hatine girtin, bi awayê hatine jiyîn, hatine girtin û weşandin. Ji "Şêroyê Reben" ku xwedî travmayên mezin e bigire heta "Zilma bajariyan" ku çi dianîn ser gundiyan; ji çîroka "Radyo" bigire heta çîroka "Mufetiş"ê zaroka li ber lal dibûn, gelek çîrokên ecêb hene.
Suleyman Demîrkol kî ye?
Nivîskar Suleyman Demîrkol di sala 1951'ê de gundê Tilender a Çêrmûga Amedê haatiye dinê. Wî di sala 1970'yî de xwendina xwe li Dîcle îlkogretîm Okulu ya li Erxenî temam kiriye û heman salê dest bi mamostetî kiriye.
Li Amed, Kocelî, Stenbolê mamostetî kiriye û malnişîn bûye. Niha li Amedê dijî
- Du Sêwî -Çîrokên Jiyayî / Suleyman Demîrkol / Nûbihar / Çîrok / 2023 / 96 rûpel
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


