Diyarname
Li Wanê kovareke bi kurdî bi navê "Nûpelda" derket. Kovara bi diruşma "Mala nivîsê, bêndera çand û hunerê" dest bi weşana xwe kiriye bi nivîsên xwe yên zêdetir li ser ol û oldariyê balê dikişîne.
Kovara "Nûpelda" hejmara xwe ya yekem di vê payîzê de derxistiye. Xwedî û berpirsê nivîsaran ê kovarê Ercan Yildirim e û wisa diyar e ku dê sê mehan carekê derkeve. Kovara xwerû bi kurdî ji nivîsên wê dixuye ku dê li ser xeta oldariyê weşana xwe bike.
Di nivîsa edîtor de li ser armanca derxistina kovarê ev yek hatiye gotin: "Armanca me xew gihandina dengê cuda cuda ne. Nûpelda dixwaze ew ên ku bîr û baweriyan, fikr û ramanan hildiberînin di nêv rêz û hejmarên xwe de bihewîne. Civatek oldar, dîroknas, bi çand û helbestvan çêbike. Mebesta me ev e ku fêrgehek medresewarî bê avakirin. Şagirt û zimannas di vê dibistanê de bicivin."
Di vê hejmara kovarê de nivîseke Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, nivîseke Zeynelabidin Zinar a li ser Şêx Hesîb Axtepî, nivîseke Abdulkadir Bingol a ku bi sernavê "Ji wecîbeyên Ustad Bedîuzzeman" hatiye nivîsndan, nivîsa Mamoste A. Cebbar a bi navê "Mewlana Xalidê Bexdadî" û gelek nivîsên din ên bi vî rengî hatine weşandin.
Nivîsa li ser zarokan, ya li ser ziman û her wiha li ser pirtûkan jî nivîs heye. Di beşa nirxandina li ser pirtûkan de jî pirtûka "DuZimanî" a ku Cemil Oguz û Dawud Rêbiwar amade kiribû û ji Weşanên Hîvdayê derketibû ji aliyê Haci Yilmaz ve hatiye nirxandin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.