logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Ji bo parastina sivîlan YPG’ê û Pêşmerge li hev civiyan

Bi armanca parastina herêma kurdan û hevkariya di navbera hêzên YPG’ê û Pêşmergeyan de, Fermandarên YPG’ê û gelek Subayê

  • Dîrok: 14/06/2014
  • Beş: Nûçe

DÊRIK

Bi armanca parastina herêma kurdan û hevkariya di navbera hêzên YPG’ê û Pêşmergeyan de, Fermandarên YPG’ê û gelek Subayên hêzên Pêşmerge li bajaroka Til Koçer ya girêdayî bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê li hev civiyan.

Piştî geşedan û rewşa dawî ya Iraqê û paşvekişîna Artêşa Iraqê ji gelek xalên sînor û dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê ji gelek bajarê Iraqê, her wiha di nav de bajarên li ser sînorê bi Rojava û Başûrê Kurdistanê re, hêzên leşkerî yên kurdan ên Rojava û Başûrê Kurdistanê ketin nava liv û tevgerê. Her wiha bi taybetî ji bo parastina sînorê Sunnuniye ku 13 km nêzî bajaroka Cezaa yê girêdayî bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, herêma Şengalê, bajaroka Til Koçer û bajarê Rebîa yê girêdayî Iraqê, Fermandarên YPG’ê û gelek Subayên hêzên Pêşmerge civînek pêk anîn. Civîn li bajaroka Til Koçer pêk hat.

Li gorî çavkaniyekî şopdar ji bo ANHA’yê diyar kirin ku di civînê de ji aliyê YPG’ê ve Fermandar YPG’ê Cemşîd Osman amade bû. Her wiha ji aliyê Pêşmergeyan ve jî gelek Subayên hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê amade bûn.

Heman çavkanî diyar kir ku di civînê de her du aliyan mijara hevkariya di navbera her du hêzan de, parastina welatiyên sivîl û parastina ewlekarî û aramiya herêmê ku di vê dawiyê de ji aliyê DAIŞ’ê ve tevlî hev bûye, gotûbêj kirine. Her wiha da zanîn ku ev hevkarî dê bi awayekî sîstematîk bê domandin û di civînê de her du aliyan diyar kirin ku parastina welatiyan xeta sor e.

Di berdewama civînê de hate gotin ku ji ber herêma Şengalê nêzî bajarê Mûsilê ye û di bin tehdîda çeteyên DAIŞ’ê de ye, Fermandarên YPG’ê diyar kirin ku ji bo parastina Şengalê çi ji wan bê xwestin ew amade ne.

Di civînê de hate gotin ku ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê nêzî bajarên wekî Til Koçer û Cezaa ne ku ji aliyê YPG’ê ve hatine rizgar kirin. Her wiha bajarê Rebîa ku Artêşa Iraqê jê vekişiya û hêzên Pêşmerge cihên xwe têde girtin. Ji ber vê yekê pêwîst e hêzên kurdî ji hemû êrîşên çeteyan haydar bin.

Hêjayî gotinê ye, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 10’ê pûşperê de bi daxuyaniyekê amadekariya xwe ji bo şandina yekîneyên pispor û zaniyarên leşkerî ji bo alîkariya gelê Başûrê Kurdistanê û li gel wan herêmê ji êrîşên çeteyan biparêze, anî ziman.

Piştî ku Fermandariya YPG’ê daxuyanî da di roja din de yekîneyeke YPG’ê li gel hêzên Pêşmerge bersiva êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê li nêzî gundê Selemiyê yê li aliyê Iraqê û yê li hemberî bajaroka Cezaa yê girêdayî bajarê Tirbespiyê dan.

Hin dezgehên çapemeniyê li ser zimanê hin kesan ku digotin berpirsiyarên Pêşmergeyan in, diyar kirine ku tu hevkarî di navbera Pêşmerge û YPG’ê de tune ne. Civîna îro vê yekê vala derdixe.

 

ANHA 


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Pêşbaziya fîlman a li ser erdhejê

ad

Wêneyek Mîrê Hêkan li hemberî dardekirina kurdan

ad

Di derbiyê de şer: 4 qertên sor derketin

ad

Qeymeqamî nehişt navê Mem û Zînê li parkê bikin

ad

Bila Newroz bibe betlaneya fermî

ad

Corbyn careke din bi ser ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname