Diyarname
Derhênerê kurd Yilmaz Guney li gel derhêneriya xwe gelek pirtûk jî nivîsandin û pirtûkên wî hatibûn newaşndin, di sala nû de ev pirtûk careke din dê bêne çapkirin. Weşanên Îthakî dê çapa nû ya pirtûkan ragihîne xwendevanan.
Di nava pirtûkên Guney ên hatine weşandin de senaryo, çîrok, helbest û ceribandin hene. Weşanxane plan dike ku di meha pêşî a sala 2017'an de roman û senaryoyên bi navê ‘Boynu Bukuk Olduler’ (Bi Stûxwarî Mirin) û ‘Umut’ (Hêvî) çap bike.
Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê li Edeneyê 7'ê dest pê dike û pirtûk di fûarê de dê bêne belavkirin. Di fûarê de wê gotûbêjek bi navê "Bajarê ku Yilmaz Guney xeyal dike: Edene/Çîroka Fîlmê Hêvî" li dar bikeve û xanima Yilmaz Guney Fatoş Guney dê beşdarî gotûbêjê bibe.


