Diyarname
Bezînerê jamaikayî Usain Bolt di 200 metre de dereceya 19.30 bi dest xist û rekora Michael Johnson şikand.
Di Olîmpîyata Pekînê de rekorên dinyayê têne kişandin. Pêşî li Michael Phelps di hewzê de rekor şikand, niha jî di beşa bezînê de rekoreke din hate şikandin. Herhal dinya dê bi van şikandina rekoran qala Olîmpîyata Pekînê ya 2008'an bike.
Usain Bolt ê ji Jamaîkayê di bezîna 100 metreyî de bi 9.72'yan rekora dinyayê şikandibû vê carê di beza 200 metreyî de derceya 19.30 bi dest xist û rekora Michael Johnson a 19.32 şikand. Johnson di sala 1996'an de li Olîmpiyata Atlantayê ev rekor bi dest xistibû.
Di sala 1984'an de Carl Lewis di hem 100 metre, hem 200 metre de madelyaya zêrîn bi dest xistibû, piştî wî heta niha yekem car Bolt vê yekê dîsa bi dest dixe. Tevî Bolt heta niha 9 kesan di her du bezînan de madelyeyên zêrîn girtine.
Usain Bolt ku niha pêl li temenê 22'yan kir, dema bi ser ket gotina "Ez yekemîn im" qîray. Boltê ku ji bo BBC'yê axivî gotinên pesindar ji bo Michael Johnson serf kir û got: "Ew supermen 2 ye, bi performanseke ku aqilê mirov nagire derece bi dest xist."
Usain Bolt di dema ku lîstika krîketê dilîst antrenorê wî leza fî ferq kir û berê wî da atletîzmê. Bolt di 15 saliya xwe de di beza 200 metreyî de bû Şampiyonê Ciwanan a Cîhanê.


