Diyarname
Pirtûkek nû ya helbestan Arjen Arî bi navê “Gorî û Bindest” derket. Di pirtûka ku ji Weşanên Ronahî derketiye de Arî şêwaza vebêjiyê xebitandiye.
Nivîskar û helbestvan Arjen Arî ku heta niha bi gelek pirtûkên xwe derketibû pêşberî xwendevanên xwe, niha yeka din bi navê “Gorî û Bindest” li van zêde kir. Helbestvan Arjen Arî wekî ku bi xwendekarên xwe re bikeve goftûgoyeke, di van vegotinan dilê xwe vedike û pêşkeşî xwendevanan dike. Di pirtûkê de gelek aliyên helbestvan ku xwendevan pê nizanin, êşa bindestiyê, têgehên azadî, rûmet û xwebûnê jî hene.
Ji berhemê beşek:
Dibêjim…
Dibêjim, “ez helbesta xwe, ew fermanan dinûsin.”
Dibêjim, “ew teyren goştxwir in li ser hêlîna heyînê dilûsin”
Dibêjim, “çavên van ji reşahiya bindestiyê diçurisin. “
Dibêjim, “tu na carekê, sê carî bindest î, bira:
Carekê bindestê serdestên xwe.
Carekê bindestê bindestên xwe
Carekê jî…bindestê serbindestên xwe. . “
Ez jî dipêm pê re. Û ew bêdeng dimîne.
Tê derdixim ku “çemek rûye beqê şil nake”
Ji nişka ve dibêjim, “weyyyyy tifuuuu li çîroka bindestiya te be”
Gorî û Bindest / Arjen Arî / Weşanên Ronahî / 2012