Diyarname
Lijneya Venêrîna Dewletê (DDK) li ser mirina Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Turgut Ozal raporek ragihand û got ku şik di mirina Ozal de heye. DDK'ê xwest gora Ozal bê vekirin û otopsî bê kirin.
Di sala 2010'an de endamên malbata Ozal ji bo raya giştî eşkere kiribû û îdîa kiribû ku Ozal hatiye kuştin. Li ser vê yekê hem Dozgeriya Komarê, hem jî Serokomarî xwestibû îdîa bê lêkolandin. Piştî kuştina Ozal, Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan ku wê demê agirbest îlan kiribû, wî jî îdîa kiribû ku Ozal hatiye kuştin.
Heta roja îro meseleya Ozal mir, yan bi awayekî hat kuştin gelek caran ket rojevê. Piştî rapora DDK'ê dê niha çi be, di rojên pêş mede dê diyar bibe.


