Diyarname
Pêşbaziya Qala Aştiyê Bikin bi dawî bû kesên bi ser ketin hatin eşkerekirin. Merasima xelatdayînê 14'ê mehê ye.
Di serdemeke ku neteweperestî bilind bû de kovarên Evrensel û Tîrojê bi hev re pêşbaziyeke li ser aştiyê da dest pê kirin û ev pêşbazî niha çû serî. Pêşbaziya “Qala Aştiyê Bikin” ku ji aliyê Kovara Evrensel û Tîrojê ve bi du zimanan, bi kurdî û tirkî hatibû dest pê kirin bi dawî bû û kesên bi ser ketin navên wan hatin eşkerekirin.
Pêşbazî bi armanca biratî û aştiya di navbera gelên kurd û tirk de bi rêya edebiyatê baş bê hîskirin, di qada wêjeyê de ciwanên nû derxe holê hatibû li dar xistin. Kesên di pêşbaziyê de bi ser ketine di 14’ê pûşperê roja şemî li Park Muhendishaneyê de bi merasimekê xelatên xwe bigirin.
Juriya tirkî ya çîrokan ji Aydin Çubukçu, Adnan Ozyalçiner, Sennur Sezer, Ozcan Karabulut, Gokhan Cengizhan û Zeynep Aliye pêk dihat, di juriya beşa kurdî a çîrokan de jî Hasan Kaya, Receb Dildar, Ayhan Geverî, Fevzî Bîlge, Fehim Işik hebûn.
Kesên xelata Pêşbaziya Çîrokan a “Qala Aştiyê Bikin” bi dest xistine û çîrokên wan:
Çîrokên bi tirkî:
Yekemîn: Seyit Soydan/ Yollar- Kara Tren
Duyemîn: Mehmet Oguz Aslan/ Gerçek Sandviçleri
Sêyemîn: Gulsum Koçak/ Sevgili Ulkem
Xelata teşwîqkirinê:
Songul Kaya Karadag/ Dilan’a Agit
Hasan Çapik/ Sokakta Bir Kopek Oldu
Çîrokên bi kurdî:
Yekemîn: Taylan Şahan Tarhan/ Min Bi Perên Kevokan Bifirînin
Duyemîn: Dijwar Uskan/ Ziman Bêhestî Ye
Sêyemîn: Selahattin Çam/ Şêrgo
Merasima xelatdayînê: 14 pûşper, şemî, saet 16:00, Park Muhendishane/ Taşkişla


