Til Temir
Komên çekdar mala 3 kurdan ên li gundê Esfûriyê yê 2 km dûrî Til Temirê li ser riya Hesekê ne, şewitandin.
Tabûrên çekdar ên bi navê Omer Bin El-Xetab, El-Moite û Ehrar Gwêran ev demeke gefan li welatiyên sivîl dixwin, malan didizin û welatiyan dişelînin. Koman vê carê jî mala kurdên bi navê Hemîd Weysî, Mehmûd Mihemed Sofî û Nezîr Hec Sofî ên ji gundê Esfûriyê (li ser riya Hesekê û 2 kîlometrî dûrî Til Temirê) şewtinadin. Di şewatê de hemû tiştên malan şewitîn.
Welatiyên kurd ku malên wan hatine şewitandin diyar kirin ku, berî 2 rojan komên çekdar gef li wan xwarine û ji wan xwestine ku malên xwe terk bikin. Şêniyên Til Temir xwedî li van malan derketin û ew li cem xwe bi cih kirin.
Li Efînê êrîş: 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dan
Her wiha komeke çekdar jî êrîşî benda kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a li Gundê Xezawiyê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê kir. Di encama êrîşê de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dan û 2 birîndar bûn.
ANF


