Diyarname
Li Îngilistanê li ser zimanê biyanî anketek hat sazkirin. Li gor anketê derketiye holê ku ji pêncan kesek bi zimanê biyanî dizane.
British Academy anket daye sazkirin. 2 hezar kes beşdarî anketê bûne. Li gor anketa "YouGov"ê piraniya kesên beşdarî anketê bûne gotine bila li dibistanê zimanê biyanî bibe dersa mecbûrî.
British Academy li ser vê yekê bang li rayedaran kiriye ku ji pênc salî heta 18 salî di her asta dibistanan de zimanê biyanî bibe mafek bingehîn.
Sedî 64'ê beşdaran gotiye bila di dibistana seretayî de zimanê biyanî bibe mecbûrî, sedî 71'î gotiye bila di dibistana navîn de bibe mecbûrî. Li gor pergala niha ya Îngilistanê piştî temenê 14'an hilbijartina zimanekî biyanî li gor tercihê ye.
Rewşa Ewropayê ji Îngilistanê cuda ye. Li Ewropayê sedî 65'ê mirovan bi zimanekî biyanî dizanin.


