Diyarname
Fîlmê bi navê "Padmaavat" ku li ser qralîçeya hîndû ya di sedsala 14'an de hatiye kişandin ligel tehdîdan jî ket vîzyonê. 4 eyalet ne têde fîlm li temamê Hindistanê ket vîzyonê.
Fîlmê Bollywoodê "Padmaavat" li ser qralîçeyeke hindû ya li herêma Racastan hatiye kişandin. Qralîçe ji bo nekeve destê hikumdarekî misilman ku hatiye welat dagir dike xwe dişewitîne û wisa dimire. Fîlmê ku bi zimanekî helbestî jiyana wê nîşan dide hê di dema kişandinê de rastî nerazîbûnên misilman û hin civakên hindû hat. Rajputî ku dûajoyê Padmînî ne dibêjin fîlm çawa bi awayekî ne zelal be jî dikare qala evîna qralîçe û dagirker Siltanê Delhî Alauddin Khijli. Li gor wan tiştek wisa nîn e û loma fîlmî rexne dikin. Misilman jî îdîa dikin ku Khijli wekî "ciwanir" hatiye nîşandayîn fîlm rexne dikin.
Derhênerê fîlm Sanjay Leeal Bhansali dibêje ev rexne bêbingeh in û dibêje di temamê fîlm de nêzîkbûneke di navbera herduyan de nîn e.
Her wiha berî demekê hem lîstikvan, hem derhênerên fîlm û salonên sînemayê ji bo fîlmî nîşan nedin hatibûn tehdîdkirin. Lê di dawiyê de fîlm niha li vîzyonê ye.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Ji bo kuştina wê 1.5 mîlyon dolar xelat danîne!