Diyarname
Ji bo Komên Kûpaya Tirkiyeyê ya Zîraatê pişke hate kişandin û tîmên Koma A û B diyar bûn.
Di encama pişkeyê, di Koma A de ev tîm bûn rewqîbên hev:
Fenerbahçe
Bursaspor
1461 Trabzonspor
Sivasspor
Û di Koma B de jî ev tîm bûn reqîbên hev:
Trabzonspor
Eskişehirspor
Medikal Park Antalya
Mersin İdman Yurdu
Li gor bernameyê maçên pêşî dê rojên 19 û 20'ê vê mehê bêne lîstin. Roja 19'ê mehê dê saet 19.30 de Bursaspor-1461 Trabzon û saet 20.30 de jî Fenerbahçe-Sivasspor bi hev re bilîzin.
Roja 20'ê mehê jî saet 18.00'an de Mersin İdmanyurdu-Medical Park Antalyaspor û saet 20.30 de jî Trabzonspor-Eskişehirspor bi hev re bilîzin.
Her wiha maçên duyem rojên 12-13-14'yê meha rêbendana 2013'yan, maçên sêyem 15-16-177ê rêbendama 2013'yan, maçên çarem 22-23-24'ê rêbendana 2013'yan, maçên pêncem heman mehê rojên 29-30-317ê û maçên herî dawî yên koman jî dê rojên 26-27-287ê reşemiya 2013'yan bêne lîstin.
Di encama maçan de tîmên ku di rêzên yekem û duyem ên koman de cih bigirin dê derkevin nîv fînalê. Ji van çar tîman tîma yekemîn a koma xwe bi ya duyemîn a koma din re dê bilîze. Maçên fînalê dê wekî du maç bi awayê hevtêkbirê dê li dar bikevin û di encamê de dê du tîmên fînalîst derkevin holê.