ÎBRAHÎM ÊZIDÎ
Şengal ku bi hêjîrên xwe yên xweş tê nasîn, îsal jî berhemeke baş da. Cotkarên Deşta Warê Xidirê ku mijûlê çinîn û hişk-kirina hêjîran in, kêfxweşiya xwe ya ji berhemên îsal anîn ziman. Wan got ku berhemên wan li derveyî Şengalê jî tên firotin û rastî eleqeyeke mezin tên.
Çiyayê Şengalê ligel xwezaya xwe ya xweş û bedew, di hembêza xwe de gelek berhemên xweş jî digihîne. Demsala havînê dibe çavkaniya berhemên xwezayî û bi tam ji bo hemû welatiyên Şengalê.
HEJÎRÊN DEŞTA WARÊ XIDIR
Her wiha gelek berhemên çandiniyê û fêkiyên Şengalê dikevin bazara Iraqê jî. Yek ji van berhemên nav û deng ku di kalamên kurdî de, di stran û helbestên êzidiyan de jî navê wê derbas dibe, hêjîr e. Hêjîr li gelek deverên Şengalê çêdibe, lê Deşta Warê Xidirê ku dikeve nêzî gundê Kersê ya Şengalê yek ji herêma ku herî zêde hêjîr lê çêdibe ye.
LI BAZARA ŞENGAL, MISÛL Û HERÊMA KURDISTANÊ TÊNE FIROTIN
Di van salên dawî de li Deşta Warê Xidirê çandiniya darên hêjîran zêde bûye û berhemên wê di bazara Şengal, Mûsil û Herêma Kurdistanê de jî tê firotin.
CUREYÊN HÊJÎRAN
Nemir Mirad (80), dibêje temenê xwe di ber çandinî û çinîna hêjîran de derbaskiriye. Mirad got ku debara wî ya sereke hêjîr bûye û wiha got: “60 sal in ez bi karê hêjîran re mijûl im. Em niha hêjîran ji hev vediqetînin. Ligel me jêre dibêjin, dikin pêncî. Em yên biçûk û mezin ji hev cuda dikin. Ji vana re jî dibêjin, beşa Gewlaz, Xişxiş û yên navîn. Her yek ji bo tiştek tê bikaranîn. Beşek jî ji bo zivistanê tên hişkkirin.”
HEJÎRÊN HIŞK-KIRÎ
Cotkarê bi navê Hesen Şeref jî diyar kir ku ew beşeke zêde ya hêjîrên xwe hîn tazene difiroşin û beşa maye jî kom dikin, li ser ban hişk dikin û paşê bi ta an jî darên zirav ve dikin û difiroşin. Şeref dibêje, hêjîrên tên hişkkirin demek dirêj xira nabin û dikarin bên xwarin.
Hesen Şereş ku bixwe berhemên xwe diçîne, paşê kom dike û di bazara Mûsilê de jî difiroşe. Ew dibêje; “Ji gelek deveran bazirgan jî serdana me dikin, ji bo berhemên me bikirin. Em ji van berhemên xwe gelwaz jî çêdikin.”
Rojnews