Li Stenbolê 200 fîlm li benda we ne
Cemil Oguz
Bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hat eþkere kirin. Di festîvalê de fîlmê Miraz Ronî "Min Dît" di beþa Pêþbaziya Neteweyî dikeve qayiþkêþanê. Her wiha di beþa belgefîlman de jî gelek belgefîlmên kurdan cih digirin.
29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV'ê (Weqfa Çend û Hunreê ya Stenbolê) ve tê li dar xistin îsal di navbera 3-18'ê avrêlê de li dar dikeve. Li salona ÎKSV'ê bi daxuyanî û kokteyleke bernameya festîvalê hat eþkerikirin. Dîrektora Festîvalê Azize Tan pêþî Serokê wan ê berê Þakir Eczacibaþiyê ku demet berê wefat kir bibîr anî û da zanîn ku Xelata Laleya Zêrîn êdî wê bi navê Eczacibaþi bê dayîn û bi vî awayî ewê navê wî bidin jiyan din.
Tan dûre li ser pirsgirêka sînemayên li Beyogluyê sekinî ku van demên dawî bi girtinê re rû bi rû û wiha got: "Salona Alkazar hate girtin. Salona Emekê ji ber tadîladê girtiye hê jî em nizanin wê kengê vekin. Yê her festîvalên dinyayê qesreke wan heye, yê me jî bi salan qersa me ya festîvalê Salona Emekê bû. Ne diyar e niha Emer wê çi bibe. Em ji rayedaran li bendê ne ku di vî warî de me agahdar bikin. Salona Beyogluyê di nav tengasiyê de ye, Sinepop piþtî festîvalê wê bê girtin. Em li Beyogluyê bêyî van salonan festîvaleke nafikirin."
Tan dûre bernameya festîvalê eþkere kir.
Di nav festîvalê de Xelata Sînemayê ya Konseya Ewropayê "FACE" jî tê dayîn. Li ser navê Konseya Ewropayê (KE) Can Fiþek axivî û got: "Konseya Ewropayê ji bo mafên mirovan, demokrasî û serdestiya hiqûqê bê parastin û pêþxistin xebatê dike. Em sînemayê tenê wekî dide kenîn û girînê, wekî beþeke ku hest, fikir û ramanê parve dike difikirin nafikirin, em di heman demê de wekî amûreke ku kedê wê ji bo parastina azadî û mafên bingehîn heye dibînin. KE li ser vê yekê Xelata Sînemayê 'FACE' dide. FACE xelatê dide berhemên ku di warê mafên mirovan de baþ hatine kiþandin. Îsal sala çaran e vê xelatê di çarçoveya festîvalê de emê bidin."
Festîval bi piþtgiriya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê û Þaredariya Beyogluyê li dar dikeve. Her wiha Ajansa 2010 Paytexta Çandê ya Ewropayê jî îsal piþtgirî dide hemû festîvalan.
200 fîlm têne nîþandayîn
Festîval îsal þeva 2'yê Lutfu Kirdar Kongre ve Sergi Sarayi li dar bikeve wê dest wê bike. Di bin navê 22 beþan de wê li dor 200 fîlmên 243 derhênerî bêne nîþandayîn. Îsal bilêtên fîlman tam bi 10 TL, yê kêmbuha 7 TL, Galayên Akbankê jî bi 15 TL têne firotin. Wekî salên dawî îsal jî nava hefteyê di seansên 11.00, 13.30 u 16.00'an de bihaya bilêtan bi 3,50 KR'yê ye. Her wiha bilêtên fîlmên di beþa Tirkiyeyê de têne nîþandayîn jî bi 3,50 KR ne. Xwendekar berî festîvalê dikarin PasoFilm derxin û bi erzanî li fîlman temaþe bikin.
Salonên ku îsal fîlm wê têde bêne nîþandayîn jî li Beyogluyê Salona Atlas, Yeni Ruya, Beyoglu, Sinepop, Pera Muzesi, li Kadikoyê jî salono Kadikoy e. Her wiha dawiya hefteyê CityLife Cinema (City’s) ya li Nîþandaþiyê ye. Seansên fîlman jî 11.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30 ye.
Di festîvalê de her sal Xelata Rûmetê tê dayîn. Ji ber xebatên wan ên ji bo sînemayê Xelata Rûmetê dinin Kadir Ýnanýr, Mevlut Koçak û Feyzi Tuna.
Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de jî îsal didin lîstikvan, senarîst û derhêner Marco Bellocchio. Di beþa "Yên ku li hemberî salan qubê dixwazin" de wê fîlmên wî "Vincere/Têkbirin" bê nîþandayîn. Xelata diduyan a Serketina di Hemû Jiyanê de wê bidin Klaus Maria Brandauer ku di heman demê de Serokê Juriya Xelata Laleya Zêrîn e.
Di festîvalê de gelek beþên wekî "Sînemaya tirk", "Ji festîvalên dinyayê", "Serdema Belgefîlmên NT", "Stenbol: Ji hundur û ji derve", "Hostayên ciwan", "Antîdepresan", "Sînemaya Estonyayê", "Herêma bi mayîn", "Menûya Zarokan",
Laleya Zêrîn û Pêþbaziya Neteweyî
Di beþa Pêþbaziya Laleya Zêrîn de îsal 11 fîlm hene. Di beþa Pêþbaziya Neteweyî de jî ev 11 fîlm cih digirin: Miraz Bezar "Min dît" , Nesli Çolgeçen "Denizden Gelen", Zeki Demirkubuz "Kiskanmak",A. Taner Elhan "Aci Aþk", Yilmaz Erdogan "Neþeli Hayat", Çagan Irmak "Karanliktakiler",Atil Ýnaç "Buyuk Oyun",Semih Kaplanoglu "Bal", Yagmur Taylan - Durul Taylan "Vavien",Umit Unal "Ses",Onur Unlu "Beþ Þehir". Di nav van fîlman de "Min dît"ê derhênerê kurd Miraz Bezar di Festîvala Fîlman a Antalyayê de jî gelek bal kiþandibû ser xwe û bûbû mijara nîqaþê.
Belgefîlmên derhênerên kurdHer wiha ji fîlmên Tirkiyeyê ev 7 fîlm jî li derveyî pêþbaziyê têne nîþandayî: "Kars Oykuleri (Çîrokên Qersê" derhêner: Ozcan Alper, Zehra Derya Koç, Ulku Oktay, Ahu Ozturk, Emre Akay, "7 Avlu" Semir Aslanyurek, "Kosmos" Reha Erdem, "Yuregine Sor" Yusuf Kurçenli, "Pus" Tayfun Pirselimoglu, "Aci" Cemal Þan, "Bornova Bornova" Ýnan Temelkuran.
Ji bo bîranîna derhênerê fransi Eric Rohmer, derhêner Zeki okten, Halit Refig û Ahmet Uluçay wê fîlmên wan bêne nîþandayîn.
Di beþa Belgefîlman de jî 22 belgefîlm têne nîþandayîn û hin ji wan derhênerên wan kurd in. Ji derhênerên kurd yê Caner
Piþtî 20'ê mehê bilêtên fîlman li salona Atlas û Yeni Ruyaya Beyogluyê û li Kadikoy Kadikoyê, li Salona ÎKSV û li Biletiksê têne firotin.
***Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.