Amed
Ma Musîc Akademî ku bi diruşma "Ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk" dest bi xebata xwe kiribûn ket sê saliya xwe. Ji bo vê yekê konserek biçûk hat pêşkêş kirin.
Çalakiya ku li navenda akademiyê li dar ket bi axaftina destpêkê ya Ferhat Ertaş dest pê kir. Ertaş got ku ew armanca wan ew e bi taybetî çanda kurdî bi giştî parastina muzîkê û veguhartina wê ji bo pêjerojê ye. Ertaş sipasiya her kesî kir ku keda wan ketiye nava vê xebatê. Piştî axaftinê xwendekarên Akademiya Dengbêjan a ku MA Musîcê bi xwe vekiriye klam û stran pêşkêş kirin.
Ji MA'yê hatiye girtin


