Diyarname
Îstanbul Modern Sînema bi sernavê "Hay ji valahiyê hebin" vê hefteyê 5 fîlman pêşkêş dike. Derhênerê hemû fîlman jin in.
Îstanbul Modern li cihê servekirî vê hefteyê cih dide 5 fîlman. Bi taybetî jî ji bo piştgiriya derhênerên jin, fîlmên wan hilbijartine.
Roja 18'ê mehê nîşandayîn dest pê dike û 25'ê mehê bi dawî dibe. Yek ji Tirkiyeyê, yên din ji Îran heta Şîlî guldesteyek ji fîlmên derhênêrên jin amade kirine.
Kuratora Îstanbul Fîlm Modernê Muge Turan wisa got, "Projeya 'Hay ji valahiyê hebin' ji karên ku jinan li nav sînemayê hilberandine, têkoşîna ku wan daye û a rast ji diyalogê pêk tê. Bi xebatên atolyeyan jî emê beşên cuda yên sektorê bînin ba hev, emê gotûbêjan saz bikin û ji bo mêvanên biyanî mazûvanî bikin."
Ji Tirkyeyê fîlmê "Duet", ji Arjantinê fîlmê "1976 (fîlmê hevkar ê Şîlîû Arjantinê), ji Koreya Başûr "Siradaki Kiz" (Keçika di rêzê de), ji Îranê "Bir Ailenin Rontgenî (Rontgena Malbatek) û ji Îngilistanê "Hirçin" (Şeyda) wê bê nîşandayîn. Fîlmê êvarê saet 21'ê de sînemaya servekirî yê Îstanbul Modernê têne nîşandayîn.
Yên temaşe nekirine bi taybetî em fîlmê "Siradakî Kiz" pêşniyar dikin.
Va ye bername:
- DUET, 2023
18 Gelawê 2023, În, Saet: 21.00
Tirkiye
Derhêner: İdil Akkuş, Ekin İlkbag
Lîstikvan: Defne Bakirci, Misra Gundeş, Nataliya Maschcuk, Anna Yuzhakova
- BİR AİLENİN RONTGENİ, 2020
19 Gelawêj 2023, Şemî, Saet: 21.00
Îran, Norweç, Swîsre
Derhêner: Firouzeh Khosrovani
- HIRÇIN, 2023
22 Gelawêj 2023, Sêşem, Saet: 21.00
Îngilistan
Derhêner: Charlotte Regan
Lîstikvan: Lola Campbell, Alin Uzun, Cary Crankson
- SIRADAKÎ KIZ, 2022
23 Gelawêj 2023, Çarşem, Saet: 21.00
Koreya Başûr
Derhêner: July Jung
Lîstikvan: Kim Si-Eun, Bae Doona, Hee-jin Choi
- 1976, 2022
25 Gelawêj 2023, În, Saet: 21.00
Şîlî, Arjantîn
Derhêner Manuela Martelli
Lîstikvan: Aline Kuppenheim, Nicolas Sepulveda, Hugo Medina
.jpg)


