Diyarname
Piştî duh Spanya derket fînalê, îro jî Îngilistan bilêta fînalê girt û bû reqîbê Spanyayê.
Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kûpaya Cîhanê ya Jinan 2023 de îro maça duyemîn a nîv fînalê hat lîstin. Li Stada Accor a bajarê Sidneya Avustralyayê tîmên neteweyî yên jinan ên Avustralya û Îngilistanê hatin hemberî hev.
Îngilistan di deqîqeya 36'an de bi Ella Toone bi 1-0 derket pêş. Avustralyayê di deqîqeya 63'yan de bi Samantha Kerr bersiv da. Ji Îngilistanê Lauren Hemp (deqe 71) û Alessia Russo (Deqe) 86 encam diyar kirin: 3-1.
Bi vê encamê Îngilistan di fînalê de bû reqîbê Spanyayê.
Avustralya jî ji bo sêyemînî dê ligel Swêdê bilîze.
Maça sêyemînî: Swêd û Avustralya 19'ê mehê saet 11'an de dê bilîzin.
Fînal: Spanya û Îngilistan saet 13'yan de dê bilîzin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Jinên Spanyayê derketin fînalê
- Tîmên jinan ên çarîk fînalîst diyar bûn
- Trumpî ji ber têkçûna tîma jinan Biden sûcdar kir!
- Jinên Zelandaya Nû dîrokek nû li dîroka xwe kirin
- Vê carê dora Fûtbola Jinan e (Agahiyên li ser tûrnûvaya îsal)


