Diyarname
61'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê îşev bi merasimeke xelatdayînê dawî bû. "Entre Les Murs" Palmiyeya zêrîn girt.
Yek ji festîvalên navdar a dinyayê jî Festîvala Fîlman a Cannesê ye. Festîval îsal bi merasimeke xelatdayinê bi dawî bû.
Juriya ku serokatiya wê derhêner Sean Penn dikir xelata Palmiyeya Zêrîn di warê "Fîlmê Herî Serketî" de da fîlmê fransiz "Entre Les Murs". Derhênerê fîlm Laurent Cantet xelata xwe ji destê Robert de Niro girt. Derhênerê fîlmê ku li ser perwerdehiya fransiz e wisa got: "Xuyaye dora xelatgirtinê hatiye min. Ez gelek kêfxweş bûm, ez hestiyar bûm. Ev fîlm xebateke deh duwazdeh salan e. Tişteke xweş e em li vê derê ne. Di dema kişandina fîlm de me zehmetî kişand, lê enejiya van lîstikvanan kir ku em vî fîlmî bikişînin. Ez ji bo her kesî sipasiyên xwe pêşkêş dikim."
Ji Tirkiyeyê derhêner Nuri Bilge Ceylan jî bi fîlmê xwe "Uç Maymun (Sê Meymûn) beşdarî festîvalê bû. Û Ceylan xelata Derhênerê Herî Serketî girt. Ceylan piştî ku xelata xwe ji destê Sean Penn girt û wisa got; "Ez şaş bûm. Ji bo min ev şoqeke. Ji bo vê hilbijartinê sipas. Xelateke xweşik e ji bo min. Ez vê xelatê diyarî welatê xwe yê bi tenê û xweşik dikim."
Xelakên din ên ku li Cannesê hatin belavkirin:
- Xelata Senaryoya Herî Serketî: "Le Silence de Lorna" (derhêner: Jean Pierre Luc Dardenne)
- Xelata Lîstikvanê Herî Serketî: Benicito del Toro (Bi rola xwe ya di fîlmê Steven Soderbergh "Che" de)
- Xelata Lîstikvana Herî Serketî: Sandra Corbeloni (Bi rola xwe ya di fîlmê Walter Salles, ''Linha de Passe'' de)
- Xelata Juriyê: ''Il Divo'' (Derhêner Paolo Sorrentino)
- Xelata Taybet jî dan Catherine Deneuve û Clint Eastwood
Foto: AFP (Ji malpera festîvalê hatiye girtin)