Diyarname
Li Meksîkayê şîdet qet ranaweste; di navbera mezinên dilyakfiroşê û çeteyan de her pevçûn didome û hejmara kesên tên kuştin jî her diçe zêde dibe. Di navbera salên 2006-2012'yan de pevçûnek gelek mezin hebûn, lê niha tê gotin ku di sala 2017'an de pevçûn û kuştin wisa zêde bûne, ew sal di warê reqema pevçûn û kuştinan de li dû xwe hiştiye. Li gor daneyên Wezareta Karên Hundir a Meksîkayê di meha borî de hejmara herî mezin a kuştinan derketiye holê, ji ber ku meha borî 2 hezar û 764 bûyerên kuştinê derketine holê. Ev jî yên hatine tomarkirin, îdîa ew e ku qeydên nehatine tomarkirin jî hene. Û heta vê meha em têde de, îsal bi temamî 23 hezar û 968 kes hatine kuştin.
Hatibû gotin ku sala herî bixwîn a dîroka welat sala 2011'an bû ku 22 hezar û 852 kes hatbûn kuştin lê îsal ligel ku hê du meh ji bo temambûna salê hene jî ew hejmar li dû xwe hiştiye. Di sala 2015'an de hejmara kuştinan daketibû lê îsal dîsa ew bilind bû.
Ligel hejmara kuştiyan, tê gotin ku hejmara kesên winda bi deh hezaran e.
Ji Kompaniya Ewlekariyê Observatorio Nacional Ciudadano kesê bi navê Francisco Rivas dibêje ku bi hezaran kesên ji nişke ve ji holê winda bûne jî em li yên hatine kuştin bikin. Rivas dibêje: "Mirov ji nişke ve ji holê winda dibin û êdî kes tu agahî ji wan nastîne."
Li gor lêkolîneke hatiye kirin li Meksîkayê bi ser 24 mîlyon hebî de çekên mezin li piyaseyê hene.
Ji DW'yê hatiye girtin


