Diyarname
Tûrnûvaya Fûtbola Jinan a Dinyayê 2023 tê. Maça yekemîn 20'ê mehê dest pê dike. 20'ê gelawêjê dê fînalîst kûpaya xwe bibe mal.
Îsal du welat Avustralya û Zelandaya Nû ji bo Tûrnûvaya Fûtbola Jinan a Dinyayê 2023 mazûvanî dikin. Tûrnûva 20'ê mehê saet 10'an de bi maça Zelandaya Nû û Norwecê dest pê dike. Di vê havîna ku fûtbola mêran di betlaneyê de ye, fûtbolhez mehekê dê li fûtbola jinan temaşe bikin.
Berî dest pê bike me hin îstatîstîk dan hev:
- Ev tûrnûva 9'emîn car e li dar dikeve. Îsal dê tûrnûvayê de 110 mîlyon dolar wekî diyarî bê belavkirin. Di tûrnûvaya berî vê de diyarî dor 30 mîlyon dolarî bû.
- Ji bo vê tûrnûvayê Kolombiya, Avustralya û Zelandaya Nû berendam bûn. Kolombiyayê 13 deng girtin, beramberî vê welatên din 22 deng girtin, loma jî li van welatan îsal tûrnûva li dar dikeve.
- STAD: Li her welatan li 9 bajaran, 10 stadan maç bêne lîstin. Li gor bernameyê li Avustralyayê li bajarên Melbourne, Perth, Adelaide, Sydney û Brisbane; û li Zelandaya Nû jî bajarên Auckland, Wellington, Dunedin û Hamilton dê mazûvanî bikin.
- 8 kom hene. Yekemîn û duyemînên komê dê derbasî Dora 16'an bibin.
- îsal yekemîn car 32 tîm di tûrnûvayê de hene. Di sala 1991'ê de bi 24 tîman dest pê kiribû.
- Tûrnûva yekem car di sala 1991'ê de bi mazûvaniya Çînê li dar ketibû. Wê çaxê DYA'yê Norwec bi 2-1 têk biribû û bûbû şampiyonê yekemîn.
- SERKETÎ: Heta niha DYA 4 caran bûye şampiyon û di vî warî de yekemîn e. Di her du tûrnûvayên dawî de (2015 û 2019) de DYA bûbû şampiyon. Norvec û Japonya her yek carek, Almanya jî du caran bûye şampiyon. Bi rêzê: 1991: DYA, 1995: Norwec, 1999: DYA, 2003 û 2007: Almanya, 2011: Japonya, 2015 û 2019: DYA. Ger DYA îsal jî bi ser bikeve dê bibe yekem tîm ku cara sisêyan ser hev de bi ser diekeve.
- Komên îsal:
Koma A:: Zelendaya Nû, Norwec, Filipîn, Swîsre
Koma B: Avustralya, Komara Îrlanda, Nîjerya, Kanada
Koma C: Spanya, Kosta Rîka, Zambia, Japonya
Koma D: Îngilistan, Haîtî, Danîmarka, Çîn
Koma E: DYA, Hollanda, Portekiz, Wîetnam
Koma F: Fransa, Jamaika, Brezîlya, Panama
Koma G: Arjantîn, Swêd, Afrîkaya Başûr, Îtalya
Koma H: Almanya, Fas, Kolombiya, Koreya Başûr


