Diyarname
2'yemîn Pêşangeha Wênesazên Pêşerojê li Tebqayê bi diruşma "Destên biçûk pêşeroja me xêz dikin" dest pê kir. Pêşangeha ku 1'ê mehê dest pê kir heta 4'ê mehê dê bidome. Pêşangehê bi 25 zarokan dest pê kir.
Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û bi dehan zarokên bajêr di destpêkirina pêşangehê de amade bûn.
Zarokên bajêr ku temenê wan di navbera 7 û 13 saliyê de tev li pêşangehê bûn.
Li gor Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê destnîşan kir, armanca wan pêşxistina behreyên zarokan e.
Pêşangeha yekemîn sala borî roja 31'ê Tîrmehê li dar ketibû û 3 roj berdewam kiribû.



