Diyarname
Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci îro li mala xwe hat binçavkirin. Fincanci li ser bikaranîna çekên kîmyewî axivî bû û gotibû ku îdîa hebin divê bêne lêkolînkirin. Li aliyê din wê gotibû li gor dîmenên temaşe kirine dişibe çekên kîmyewî.
Piştî vê yekê d8i serî de Serokomarê Tİrkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî, gelek kesî ew wekî hedef nîşan dabûn.
TÎHV'ê (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) ragihand ku Fîncanci li mala xwe hatiye binçavkirin. TÎHV’ê bi ser twîtterê re wisa got “Seroka TTB’ê û Endama Lijneya Rêveber a Weqfa me Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci bi awayekî ku nayê qebûlkirin hat binçavkirin. Di zûtirin demê de berdin.”
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" ew li mala xwe ya li Kadikoya Stenbolê binçav kir û wê bibin Emniyeta Enqereyê.