Silêmanî
Êvara 12`ê tîrmehê li bajarê Silêmaniyê jinên Başûr û Rojava bi hev re pêşangeheke wêneyan vekirin. Tabloyên 13 jinên şêwekar ên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 8 jinên şêwekar ên ji Başûrê Kurdistanê cih girtin.
Ji bo vekirina pêşangeha bi navê ‘Dengê Pirengekan’ merasimek li dar ket. Pêşangeha li Muzexaneya Niştîmanî ya Emen Sureke hat vekirin. Waliyê Silêmaniyê û Nûnertiya Bakur û Rojavayê Sûriyeyê û gelek kesên din beşdarî merasima vekirina pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de tabloyên jinên ji rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê cih digirin.
Bi dehan tablo hatin pêşkêşkirin ku di piraniya tabloyan de êş, berxwedan û têkoşîna jinan heye. Pêşangeh heta 15'ê mehê dê vekirî be.


