Diyarname
Nûbihar her sal salnameya 365 rojan çap û belav dike; yê 2024'an jî belav kir.
Salnameya ku ji bo her rojê pelek û 365 pelên wê hene li aliyê pêş demên nimêjê û hin agahî, li aliyê paş jî agahiyên cur bi cur têde hene. Di rûpelên paş de jî agahiyên li ser dîroka kurdan, çanda kurdan, dîroka cîhanê, jînameya (bîyografî) şexsiyetên kurd û navdarên cîhanê, bîr û bawerî û dîroka Îslamê, agahiyên li ser zanistên fenî, tendirustî, bûyerên girîng ên cîhanî, edebiyata kurdî (çîrok, fiqre û ji klasîkên kurdî helbest) û edebiyata cîhanê hene.
Nûbiharê ji bo bergê, îsal 8 bergên cuda çêkirine. 4 jê ji dîmenên cihên kurdan wekî Medresa Sor (Cizîr), Mizgeta Mezin (Amed), Qesra Îsheq Paşa (Agirî) û Qesra Mestûre Erdelanî (Sine) ne. Di berga 4 salnameyên din jî fotoyê Selaheddîn Eyûbî, Bedîûzeman, Şerefxanê Bedlîs û di ya herî dawî de jî bi hev re wêneyên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Baba Tahirê Uryan hene.
Ji bo têkilî:
Zeyrek Mahallesi, Serdab Sk. 26/3, Fatih / İSTANBUL
Tel : +90 212 519 0009
E-Mail : info@nubihar.com