Azîz Ogur
Berî bipêÅŸketina teknolojiyê û serobinbûna demografiya Kurdistanê ya ji ber ÅŸer, sirgûn û xizaniyê, her kêlî û warê jiyanê mîna performanseke çandî, hunerî dihate nirxandin. Dîwanên dengbêjan, lîstikên odeyan, henek-laqirdî, çîrok-çîvanok, tiÅŸtonek û hwd.
Di her civat û dîwanê de pirraniya aktîvîteyan li ser bingehekî amade lê bi pirranî spontan û hostayiyeke lihevanînê dihatin pêÅŸkêÅŸ kirin. Di nava van ÅŸevbihêrkan de hin stran hebûn ku dirêjbûna wan, hêmanên mîna nav û erdnîgarî li gorî hêza stranbêj, dengbêj yan jî kesê gotarê dibêje bûn. Yanî di her cara gotinê de kesên li dîwanê hazir, cih û warên wan dibûn lehengê stranê.
Yek ji van stranan jî ya li ser serpêhatiya Åžêx Narûz an Baba DerwêÅŸ e. Ji ÅŸîroveya hunermendê rojavayê Kurdistanê Åžefîqê Tembûrvan em variyanteke serpêhatiya “Åžêx Narûz” parve bikin:
Kesek hebû Baba DerwêÅŸ bû, ji xwe re li gunda digeriya. Jê re digotin Åžêx Narûz. Xelkê jê re alîkarî dikir, çend qurîÅŸ li vir, mecîdiyek li wir, çerxiyek li dera din pereyekî baÅŸ komî ser hev kiribû. Kîsek-cemedanek pere û zêr kom kiribûn lê ditirsiya ku jê bidizin. Wî jî kurtanê kerê çirand û perê xwe di hundirê kurtan de hilandin û got, kes bîra wir nabe. Lê belê rojekê kurtanê kerê jê dizîn. Ev stran li ser lêgerîna Åžêx Narûz (Baba DerwêÅŸ) a kurtanê kerê ye…
Hey germ e germ e germ e
Havîne dinya germ e
Rêka dûr ketiye ber me
Qederek hatiye ser me
Åžêx Nerûzo tu zanî, ker va ye kurtan kanî?
***
Ez çûma mala xalê xwe yê Zaza
Pozê jina wî dirêj mîna nikulê qaza
Ji esir de dikete ber jina xwe û diraza
Ez kuÅŸtim ji tîna ji birçîna, ji niyaza
Min xwe avêt kewara wan a pîvaza
Kes napirsê li halê feqîr û belengaza
Wey Åžêx Nerûzo tu zanî, Ker va ye kurtan kanî?*
Ez çûm gundekî; jê digotin Qesra Qelendera
Xortê wan hemû nala nêrekeran
Destê xwe berdan ser qebzê xenceran
NehiÅŸtin ez bisekinim li wan topraxan wan deran
***
Ez çûm mala metika xweyî Mehwerê
Qotiya min dargirt ji titina Xusê, dest pelê Åžamî danî serê
Li ber min danî sêniyek mastê mexmerê
Min got metê; az naxwum mastê mexmerê
Digerim li kurtanê vê heywanê vê kerê
Got de taÅŸtiya xwe bixwe û bi qeÅŸite
Me tovbeye ji fen û fêhlên berê
***
Ez çûm mala apê xweyî TermiÅŸk
Danî ber min pariyek nanê hiÅŸk
Diran di devê min de tunebûn
Min gepa xwe bire vî alî wî alî
Min dî yek hat û go wiÅŸt!
Gepa min di zengelorka min de hiÅŸt
Got pepûko rabe, hêna te kurtan nedît
Gura kerê te jî kuÅŸt
***
Ez çûm ser meytê kerê
Min serê wê li ser kaboka xwe danî
Min got lê lê bozê bozbelekê;
Nayê bîra te dema mala me li Çemê Qerdîlekê
Got derwêÅŸ hemû sûncê te bû
Bila jina te li lavê te xista,
Lavê te li qîza te xista, qîza te li bûka te xista
Porê hev bikira werîs, wisa li sikura ker xista
Ji bo mîratê gur li çolê kerê te nexista, nekuÅŸta
***
Ez çûm gundekî, jê re digotin Dikûk
Bûm mêvanê metika xweyî biçûk
Got; wele par vî çaxî ez çûm serê sûk
Min ji qîza xwe re kirî xeml û xêl, û rehela bûk
Min ilmû’êlê kurtanê kera te bihîst li bajarê Kerkûk
Ez li kû Kerkûk li kû, tew lo gidiyo kurtano
HeÅŸaro pir girano, cemedana zêrano
PiÅŸtî kurtanê kera xwe ezê çi bikim li Cizîra Botan o?
***
Dilê min diye, sed carî diye
Ez çûm Darê derbasî cem axê
Min got axa bi Quran a te xwendiya
EÅŸîra te kurtanê kera min diziye
Axê got; Åžêxo pepûko ez ne dizim
Åžev ji ÅŸevê nadizim,
Ber bi feqîrê weke te naqelizim
Kurtanê kerê wan jê nakim û nadizim
***
Min got ez ocax im, ez ê her dû çavê te derxim ji biniye
Pepûko ji ocaxa seyîdan gelekî dirtirsiya
Li gund kire qêrîn û gazî, gund tev li civatê vehewiya
Got ka bêjin bê kê kurtanê kera Baba DerwêÅŸ diziye
Sebrî li ser serê me bû azraîl û melkemot
Got; bi xwedê Åžefîq û Yunîs kurtan dizîn û ji xwe re firot
***
Dilê min ji dila dilekî diye, axa gelekî ji ocaxa seyîdan ditirsiya
Ban Åžefîq û Yûnis kiriye, her yekî sed darê ço li binê lingê wan xistiye
Got lawo, we kurtanê kerê Baba DerwêÅŸ bi kû de biriye
Gotin, axa dilê min sed carî diye, me li gundekî ji yê Tora Banî firotiye
Åžev reÅŸ bû, em ji kû zanin kîjan mesken û kîjan ci ye?
***
Dibêjin axa gelekî zor li her dû belengazan kiriye
Ew jî ji axê gelekî ditirsiyan, li sih û sisê gundê Tora Banî geriyan
Ji tirsa axê kurtan aniyan, bi sê wereqeyan firotibûn, bi bist û heft mecîdiyan kiriyan
Kurtan anîn li civata axê daniyan
Dema çavê Baba DerwêÅŸ li kurtanê kera wî ketiye
Ji kêfa raya dilê Baba DerwêÅŸ qetiya
Xwe çend kir cemedana zêran ji kurtan derxistiye
Got; ox ya! Siheta axayê min xweÅŸ
Ji min re anî kurtanê kera reÅŸ
Edî ezê zikê xwe bidin ber nan û zebeÅŸ!
Têbinî: Hefteya bê em ê mêze bikin ka çawa di nava demê de serpêhatiya Åžêx Narûz veguheriye straneke potporî ya dawetan a bi navê ‘Hafiz’.
* Di dawiya her ferdayê de dubare dibe.
07.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka