Diyarname
Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal 60'emîn car dê li dar bikeve. Lîstikvan Demet Akbag wekî Seroka Juriya Festîvalê dê fîlmên herî serketî hilbijêre.
Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ve tê bi rê ve birin îsal di navbera 7-14'ê kewçêrê de dê li dar bikeve. Festîvalê niha serok juriyê eşkere kir: Demet Akbag. Ev jurî dê di beşa Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî de fîlmê serketî hilbijêre. Ligel vê beşê, di beşên Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyyî, Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî de dê mîlyonek û 275 hezar TL wekî xelat pere bê belavkirin.


