Diyarname
Li Meclisa Tirkiyeyê mebûsiya mebûsê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu hat betalkirin. Wekî sedem jî cezayê hepsê ku lê hatiye birîn nîşan dan. Di danişîna îro de li ser vê axaftin hatin kirin û di dawiya dengdanê de mebûsiya wî hat betalkirin. Encu niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtiye û bi sedema "propagandaya rêxistina" 3 sal û 9 meh û 10 roj, bi sedema "tevgera li derveyî zagona îdareya bajêr" jî 10 meh ceza lê birîne.
Di 4'ê sermaweza 2016'an de Ferhat Encu hatibû girtin, piştî 3 meh û nîv hatibû berdan lê piştî 2 rojan careke din ew tewqîf kiribûn.
Berî Encu mebûsiya hin mebûsên din ên HDP'ê jî hatibû betalkirin.
Meclisê mebûsiya Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, mebûsên HDP'ê Nursel Aydogan û Besime Konca ji ber cezayê betal kiribû.
Mebûsên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Tugba Hezer Ozturk û Leyla Zana "ji ber ser hev de demek dirêj nehatine meclisê" hatibû betalkirin.
Di hilbijartina 2015'an de HDP'ê 59 mebûs bi dest xistibûn, bi betalkirina van mebûsiyan re niha hejmara mebûsên HDP'ê 52 ye. Ji van Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş jî di nav de 9 jê girtî ne.